Wanê Newroza 2008'an ji bîr nekir

Tevî ku 13 sal di ser komkujiyê re derbas bûne, hîn lêpirsînek jî nehatiye destpêkirin.

Gelê Kurd ku xwe ji bo Newrozeke nû amade dikin, komkujiyên di Newrozên derbasbûyî de hatin kirin ji bîr nekirine. Yek ji wan komkujiyan jî sala 2008'an di Newroza Wanê de hatibû kirin.

Şêniyên Wanê berxwedana Newrozê ya salên 1992, 1998 û 2008'an, her wiha êrişên dewletê ji bîr nekirin. Sala 2008'an beriya Newrozê Serokatiya DTP'ê ya Bajarê Wanê serî li Walîtiyê da û ragihand ku ew dixwazin di 20'ê Adarê de Newrozê pîroz bikin. Waliyê Wanê Ozdemîr Çakacak û Midûrê Emniyetê M. Salih Kesmez destûr nedan. Serokê DTP'ê yê Bajêr ê wê demê Abdûrrahman Dogar û Parlamenterê DTP'ê yê Wanê Ozdal Uçer gelekî hewl dan, lê belê Walîtî ji biryara xwe vengeriya. Waliyê Wanê Ozdemîr Çakacak û Midûrê Emniyetê M. Salih Kesmez derketin pêşberî çapemeniyê û ev daxuyanî dan,"Çekên me yên nû hene, em ê sibe wan li Newrozê biceribînin, hûn ê jî bibînin."

POLÎSAN DEST BI GULEREŞANDINÊ KIRIN

Gelê Wanê li hemberî van gefan di 20'ê Adara 2008'an de li ber avahiya DTP'ê ya Bajêr li hev kom bû. Bi deh hezaran kesên ku dora wan bi wesayitên zirxî hatibû pêçandin, dirûşma "Bijî Serok Apo" qîriya, agirê Newrozê dada û dest bi pîrozbahiyê kir. Piştî demeke kurt wesayitên zirxî dan nava girseya gel û li derdorê reşandin. Polîsan êrişî Dayikên Aştiyê kirin. Ew dîmenên ku polîsan li naverastê li dayikan dixistin, li Kurdistanê bû sedema hêrseke mezin. Roja Newrozê gel her qad û kolanên Wanê kir cihê serhildanê. Wê rojê 3 kes li naverastê hatin kuştin, bi sedan kes jî birîndar bûn. 94 kes jî hatin destgîrkirin.

13 sal di ser re derbas bûn. Hîn jî lêpirsînek jî nehatiye destpêkirin. Parêzer Mahmût Kaçan bi hinceta "êşkence û kiryarên xerab" têkildarî mijarê beriya çend rojan serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da.

JI ANF'Ê RE QALÊ KIRIN

Serokê DTP'ê yê Bajêr ê wê demê Abdûrahman Dogar û ji Dayikên Aştiyê yên tevlî pîrozbahiyê bûn Xecê Bariştiran ji ANF'ê re qala wê demê kirin.

Dayika Aştiyê Xecê Bariştiran ku di dema berxwedana Newrozê de hate destgîrkirin wiha got, "Li ber avahiya partiyê, serê sibehê govend hate gerandin û pîrozbahiyên Newrozê dest pê kir. Piştî demeke kurt polîsan êriş kirin. Em destgîr kirin. Girseya gle ji taxan hat qada pîrozbahiyê, lê dest li wan jî werdan. Piştî demekê avêtin ser avahiya partiyê. Gelê me tevî her tiştî jî xwedî li partiya xwe û Newrozê derket. Lê belê hin hevalên me jiyana xwe ji dest dan. Bûyerê gelekî giran qewimîn. Niha jî em xwe ji Newrozeke nû re amade dikin."

Abdûrrahman Dogar ku roja Newrozê hate girtin wiha got, "Wê hem em provoke bikira hem jî çekên xwe yên nû nîşan bidan. Em bi vê hesiyan û me li pêşberî çapemeniyê û raya giştî bi rengekî eşkere qala armancên wan kir. Wê demê me bi odeyên esnafan, odeyên bazirganan û odeyên pîşesazan re hevdîtin kir... Roja Newroze çekên nû li dijî me bi kar anîn û sê hevalên me qetil kirin, bi sedan jî birîndar kirin, bi sedan hevalên me girtin. Gelê Wanê di hilbijartina piştre de bersiva vê yekê da. Gelê me xwedî li partiya xwe derket."