Viyan xeleka azadiyê qewîn kir

Ji gerîlayên YJA Starê Berfîn Amanos, Viyan Soran bi bîr anî ku beriy 17 salan li dijî tecrîd û komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bedena xwe da ber agir. Amanos diyar kir ku Viyan Soran xeleka azadiyê qewîn kir.

Gerîlaya YJA Starê Berfîn Amanos ragihand ku ew têkoşîna Viyan Soran ji xwe re dikin esas, haya wan ji mafdarî û hêza têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê heye û bal kişand ser xurtbûna vê bawerî û hêviyê.

Ji fermandarên YJA Starê Viyan Soran (Leyla Walî Huseyîn), li dijî komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tasfiyekariya dihate ferzkirin, di 2'ê Sibata 2006'an de li Heftanînê bedena xwe da ber agir. Ji gerîlayên YJA Starê Berfîn Amanos bi wesîleya salvegera 17'an a şehadeta wê ji ANF'ê re axivî û Viyan Soran bi rêz û minet bi bîr anî. Gerîla Berfîn Amanos got, "Li dijî komploya ku hêzên navneteweyî li hemberî Rêberê me kir û tasfiyekariay dihate ferzkirin, ev çalakî kir. Di nameya xwe de got, "Ji bo pêkanîna molekula azadiyê ez dixwazim bibim atomek" û xeleka ji agir a li dora Rêberê me xurtir kir.

XWE GELEKÎ BI PÊŞ VE BIRIBÛ

Weke jineke Kurd di felsefeya Rêbertî de ji aliyê hestewarî û fikrî ve xwe gelekî bi pêş ve biribû. Wê demê Rêberê me pêşniyar kiribû ku ew cihê xwe di nava Konseya PKK'ê de bigire, di wê astê de xwe bi pêş ve biribû. Di nameya xwe de dibêje 'Li cihê ku gotin qediya çalakî destpê dike'. Bi vî rengî bal kişand ser xitimandina wê demê ya li nava me û çalakî kir. Piştre jî tevgerê bi pêngavên nû tasfiyekariya navxweyî û derve mehkûm kir. Bi vî rengî çalakiyeke gelekî hêja û bi wate pêk anî.

DOZA ME BI MAFDARIYA XWE XURT E

Artêşa Tirk îro jî li her qadê êrîşî gelê Kurd û hêzên parastinê dike û dixwaze bi vî rengî komployê bigihîne encamê. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li hemberî vê yekê di nava her şert û mercî de têdikoşin. Em ê vê komployê bi hemê encamên wê bi dawî bikin. Biryardarî û armanca me gelekî mezin e, ji ber ku haya me ji hêza mafdar a doza me heye. Ti hêz nikare me ji hêviya me ya azadiyê û baweriya me ya azadiyê vegerîne."