Viyan ji bo bersiva pêvajoyê bû agir

Ji gerîlayên YJA Starê Xemlîn Kobanê diyar kir ku, fermandar Viyan Soran ji bo bersivê bide pêvajoyê, bedena xwe da ber agir.

Ji Fermandara YJA Starê Viyan Soran (Leyla Welî Huseyîn) di 2'ê Sibata 2006'an de li Heftanînê li dijî komploya navneteweyî û tasfiyekirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bedena xwe da ber agir. Gerîlaya YJA Starê Xemlîn Kobanê bi wesîleya salvegera 17’emîn a şehadeta fermandar Viyan Soran ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku fermandar Viyan Soran ji bo bersivê bide pêvajoyê bedena xwe daye ber agir.

BÛYE XETA TÊKOŞÎNÊ

Kobanê diyar kir ku Fermandar Viyan Soran bûye xet û wiha got: “Tevî ku komplo bi şêwazên cuda berdewam dike jî, li hemberî hemû êrîşên paşverû berxwedaneke mezin tê nîşandan. Şerê li Avaşîn, Metîna û Zapê, her wiha performansa gerîla nîşan dide ku wê azadiya fîzîkî ya Rêberê me pêk were.

EM Ê LI ÇIYAYÊN KURDISTANÊ REHETIYÊ NEDIN DIJMIN

Dewleta Tirk li hemberî berxwedana gerîla neçar ma ku bi qismî be jî paşve vekişe. Bi bikaranîna hemû çekên pêşketî yên NATO'yê hewl dide baweriya me bişkîne, lê divê vê jî bizane; Bawerî û îdiaya me ji çekên wan bi bandortir e. Çi dibe bila bibe, em ti carî rê nadin ku ew li çiyayên Kurdistanê bi rehetî bijîn. Gerîlayek tenê bimîne jî wê têkoşîna xwe bidomîne. Weke gerîlayên YJA Starê em ê li dijî her cure êrîşan berxwedan û têkoşîna xwe bidomînin. Heta azadiya fîzîkî ya Rêberê me û azadiya welatê me pêk bê, wê ev berxwedan bidome.”