Vejîn: Ji bo Rojhilat eniya hevpar şert e
Hevseroka PJAK’ê Vejîn got, "Ku em weke partî werin cem hev, em li Îranê hem dikarin bibin hêza guherînê û hem jî di têkoşîna azadiyê de dikarin bibin xwedî ristekî mezin."
Hevseroka PJAK’ê Vejîn got, "Ku em weke partî werin cem hev, em li Îranê hem dikarin bibin hêza guherînê û hem jî di têkoşîna azadiyê de dikarin bibin xwedî ristekî mezin."
Hevseroka Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Zîlan Vejîn, têkildarî hevdîtinên bi partiyên Rojhilatê Kurdistanê re ji ANF’ê re axivî û got, "Em dixwazin hemû partî em werin cem hev û li Rojhilatê Kurdistanê eniyeke demokratîk ava bikin. Hevdîtinên me yên bi vî rengî wê partiyan re berdewam bin."
Vejîn diyar kir ku wan biryara avakirina eniya demokratîk a di navbera partiyan de di Kongra 5. a PJAK’ê de standine û got, "Di nav çarçoweya wê biryarê de ku me li kongreyê standibû, em bi partiyên Rojhilatê Kurdistanê re rûniştin. Di van rûniştinên xwe de em li ser geşedanên Rojhilatê Kurdistanê, li ser risya Îranê ya di kaosa herêmê de û siyaset, polîtîkaya ku Kurd divê bikin, em axivîn."
'EM DIXWAZIN ENIYA GEL AVA BIKIN'
Vejîn diyar kir ku li Rojhilata Navîn hevsengên nû yên siyasî û cografîk çêbûne, Kurd tenê ku yekîtiya xwe pêk bînin dikarin bibin xwedî gotin û bi berdewamî wiha got:
"Ev pêvajoya ku em tê re diçin, bê şik û guman girîng e. Li herêmê hevsengên nû têne edilandin. Ev hevseng hem ji hêla siyasî ve û hem jî ji hêla sînorên cografîk ve têne edilandin. Di pêvajoyeke wiha de ku ev hevseng ji nû ve têne edilandin, em weke gelê Rojhilatê Kurdistanê dixwazin di vê pêvajoyê hebin. Ji bo vê jî siyaseteke hevpar hewce ye. Ku em wiha bikin hem li Îranê, hem li herêmê em ê bikaribin bi projeyeke xurt a demokratîk dikarin bibin vîna çareseriyê. Ev her wiha hewce ye jî. Helbet ev berpirsyarî dikeve ser milê partyiyan. Em jî weke PJAK’ê dixwazin eniya gel ava bikin ku hemû parti di nav de hebin. Em hêza muxalefetê ya sereke ne li Îranê. Bi partiyên weke Koamal, Dmeokrat û partiyên din re ji bo ku em yekîtiyekê çêbikin me pêngaveke wiha da destpêkirin."
'HEMÛ CIHÊTÎ DIVÊ DI ENIYA HEVPAR DE CIHÊ XWE BIGIRIN'
Vejîn bal kişande ser sîstema çewisîner a dewleta Îranê û diyar kir, sîstema ku ew weke alternatîfa vê datînin jî, hemû cihêtî di nav de wê bi awayekî demokratîk bikaribin xwe bi rêk û pêk bikin. Makû di nirxandina xwe de, ji bo geşedana sîstema ku ew pêşbîniya wê dikin wiha got:
"Niha em hemû di nav xwe de têkoşînekê didin. Lê divê em hêza xwe li dijî rejîma Îranê bikin yek. Ji ber ku her cure zordariyê bi kar tîne. Mirovan dar ve dikin. Ji hêla aborî û siyasî ve dixwazin gel radest bigirin. Divê pêşiya vê were girtin.
Ev eniya ku em dixwazin ava bikin, têkoşîneke demokratîk û rêxistinbûneke demokratîk e. Bi vê sîstemê re em dixwazin bikin ku hemû gel mafên xwe yên demokratîk bi kar bînin û xurt bikin. Hemû gelên li herêmê wê xwe di nava vê sîstemê de îfade bikin. Bi taybetî em dixwazin hemû rêxistinên xwe sosyalîst-çep, femînîst û hawirdorparêz bi nav dikin, di nava vê eniyê de li hev bicivînin. Ji ber ku tenê cihgirtina Kurdan têra siyaseta demokratîk nake. Pêwîstî bi rêxistinbûnekê heye ku hemû cihêrengiyên li Îranê û vîna wan di nav de hebin. Ji ber ku sîstema em dixwazin ava bikin, vê yekê ferz dike."
'HEVDÎTINÊN ME YÊN DESTPÊKÊ ERÊNÎ BÛN'
Hevseroka PJAK'ê Zîlan Vejînda xuyakirin, ku hevdîtinên wan ên bi partiyên siyasî re erênî derbas bûn û eger encam ji van hevdîtinan derkeve, ew ê komîsyoneke hevpar ava bikin.
Vejîn got, "Bi dîtina min, hevdîtinên me yên destpêkê ji vî alî ve baş derbas bûn. Alî vekirî û ji dil bûn. Em hewl didin komîsyoneke hevpar ava bikin û hemû cihêrengiyan di nava bereyekê de li hev bicivînin. Ev komîsyon wê mîna koordînasyonekê di navbera partiyên cuda de tevbigere. Dema pirsgirêkek derket, wê bi rengekî bêalî dest lê werde.
Ev sekna ji hev parçebûnî, di nava gel de jî rê li ber rewşeke parçebûyî vedike. Lewma, eger em weke partiyên siyasî karibin di nava xwe de yekîtiyekê ava bikin, wê di nava gelê Rojhilatê Kurdistanê de jî hevgirtineke xurt rû bide. Ji ber ku her partî xwedî girseyekê ye. Dema ev partî li hev civiyan, wê girseyên gel jî hêza xwe bikin yek û sekneke xurt wê derkeve holê."