Vedat Aydin ê ku bi destê dewleta Tirk hate qetilkirin, hate bîranîn

Bi wesîleya Cejna Remezanê, Vedat Aydin ê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hate qetilkirin, li ser gora xwe hate bîranîn.

Bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî, Piştevanî, Yekitî û Çandê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER) gora Vedat Aydin ku di 5’ê tîrmeha 1991’an de ji hêla JÎTEM’ê ve hatibû revandin û piştî 2 rojan cenazeyê wî li navçeya Maden a Xarpêtê hatiye dîtin, hat ziyaretkirin. Di serdana gora li Goristana Deriyê Mêrdînê de aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endam û rêveberên rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Amedê, Parlamenterên DEM Partiyê yên Amedê Serhat Eren û Halîde Turkoglu, hevşaredarên bajarê mezin û yên navçeyên Rezan û Bajara Nû û hevjîna Vedat Aydin, Şukran Aydin û birayê wî Veysî Aydin di serdanê de cih girtin.

Di serdanê de ji ewil deqeyek rêz hate girtin. Piştre jî Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Pinar Sakik Tekîn axivî. Tekîn, di şexsê Vedat Aydin hemû kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn bi bîr anî. Tekîn, diyar kir ku Vedat Aydin yek ji hîmên bingehîn ên têkoşîna wan a siyasî ye û hêj di têkoşîna wan de dijî. Tekîn, da zanîn ku gelê kurd ji avabûna komarê heta niha polîtîkaya îmha, înkar, êş û zilmê baş nas kiriye û wiha domand: “Em van rêhevalên xwe yên ku bi canê xwe bedel dane û aştî, azadî û demokrasî anîne vê erdnigariyê bi bîr tînin. Divê neyê jibîrkirin ku em her tim deyndarê wan in û spasdar in.”

Parlamenterê Amedê Serhat Eren jî di şexsê Vedat Aydin de cejna gelê kurd, malbatên wan, çapemeniya azad û gelên cîhanê pîroz kir. Eren, bi bîr xist ku Vedat Aydin 33 sal berê hat qetilkirin û anî ziman ku di şexsê Vedat Aydin de têkoşîna azadiyê, têkoşîna demokrasî û jiyana hevpar hedef hatiye girtin. Eren, da zanîn ku gule li bi sed hezaran kesên beşdarî merasîma cenazeyê Vedat Aydin jî bûn hatin barandin û wiha got: “Li wir zêdeyî 10 kes hatin qetilkirin. Gotin ger em wan bikujin dê ev şer biqede. Lê îro dewlet dizane ku di nav gelê kurd de bi hezaran Vedat Aydin hene. Pirsgirêka kurd bi komkujî, êriş, polîtîkayên şerê qirêj, bi asîmîlasyon û înkarê çareser nabe. Em dibêjin ku ev pirsgirêk bi diyalog û muzakereyê çareser dibe. Çareserî rakirina tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan e. Lewma em careke din bang li dewlet û hikûmetê dikin; werin em pirsgirêka kurd bi rêya diyalog û muzakereyê çareser bikin. Ez cejna Vedat Aydin û hevrêyên wî pîroz dikim.”

Hevjîna Vedat Aydin, Şukran Aydin jî di şexsê Vedat Aydin de hemû şehîdên têkoşîna azadî û demokrasiyê bi bîr anî. Aydin, cejna gelê kurd û hemû gelên bindest ên cîhanê pîroz kir û ev tişt anî ziman: “Ez hevalên me yên di van hilbijartinan de hatin hilbijartin, pîroz dikim. Tişta ku em ji wan dixwazin ew e ku ji bo berjewendiyên gel bixebitin.  Piştî 11 salan carake din hatim Amedê. Em hem xemgîn û hem jî serbilind in. Mafê şehîdan heye, divê em hemû wan biparêzin. Keda wan ji yên zindî zêdetir in. Divê em ti carî keda wan ji bîr nekin. Meqama me çi dibe bila bibe, heke em keda şehîdan ji bîr nekin û rêya wan bişopînin, em ê bi ser bikevin.”

Birayê Vedat Aydin, Veysî Aydin jî diyar kir ku di cejnê de daxwaza her kesî heye û daxwaz kir ku ev cejn bibe sedema aştiyê. Aydin, wiha bi dawî kir: “Hêvîdar im li Rojhilata Navîn, li welatê me û li her cihê ku şer lê heye bibe sedema aştiyeke mayînde. Ez cejna hemû şehîdên me pîroz dikim. Îradeya gel di hilbijartinan de bi ser ket û têkoşîna demokrasiyê ya jiyana xwe ji dest dane jî bûye sedema vê yekê. Ji ber van sedeman ez careke din cejna gelê kurd ê bawermend pîroz dikim."