'Tirkiye di pêvajoyeke têkçûnê de ye'

Endamê Akademiya Zanistên Civakî Ozgur Denîz, krîza siyasî ya li Tirkiye û Rojhilata Navîn ji ajansa me re nirxand û diyar kir, Tirkiye di nava pêvajoyeke têkçûnê de ye. Denîz got, ya ku dewleta Tirk jê ditirse, yekîtiya neteweyî ya Kurdan e.

Endamê Akademiya Zanistên Civakî Ozgur Denîz, krîza siyasî ya li Tirkiye û Rojhilata Navîn ji ajansa me re nirxand û diyar kir, Tirkiye di nava pêvajoyeke têkçûnê de ye. Denîz got, ya ku dewleta Tirk jê ditirse, yekîtiya neteweyî ya Kurdan e.

Ozgur Denîz da xuyakirin, ku serdana Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim li Başûrê Kurdistanê, daxuyaniyên Nêçirvan Barzanî û rayedarên Tirk piştî banga KCK'ê ya ji bo kongreya neteweyî ketin rojevê û got, "Ji bo coş û atmosfera kongreya neteweyî ya li nava partî, dînamîk û civaka Kurd, belav bike û provoke bike, ev serdan hatiye kirin."

Denîz got, "Siyaseta Tirkiyeyê hem li qada navneteweyî, hem jî li herêmê têk çûye û bi tenê ma ye. Bi her welatî û dînamîkê re di nava krîzê de ye. Ji bo atmosfera vê yekê belav bike, ji ber tirsa xwe ya ji atmosfera yekîtiya neteweyî ya li Kurdistanê û çareserkirina krîza tê de ye, hewl dide bi hêzên li Rojhilata navîn re têkiliyê deyne."

Denîz destnîşan kir, ku ev hewldanên Bînalî Yildirim di heman demê de ji bo berterefkirina xeta hêviyê ya Tevgera Azadiyê ya Kurd ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn e û wiha dewam kir. Dema ji aliyê giştî ve atmosfer bê nirxandin, wê were dîtin ku hatina Bînalî Yildirim pêngavek ji bo rehetkirina sîstema xwe ya têkçûyî ye. Pêwîste ev yek weke hewldanek li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd û Kongreya Neteweyî bê dîtin."

'DIVÊ PDK HELWESTÊ NÎŞAN BIDE'

Ozgur Denîz da xuyakirin, ku dewleta Tirk di nava pêvajoyeke hilweşînê de ye û ev nirxandin kir: "Hewl tê dayîn mayîndebûn û siberoja AKP-Erdogan û ya Tirkiyeyê bikin yek. Yanî siyaseta tê meşandin, ji aliyên dîplomatîk, aborî, siyasî û hwd. ve Tirkiyeyê dixe nava pêvajoyeke hilweşînê. Ji ber vê yekê têkoşîna ew li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd dimeşînin, ya man û nemanê ye. Dewleta Tirk êrîşî statu û hemû saziyên Kurdistanî yên li Başûrê Kurdistanê dike. Daxuyaniyên xwe yên li dijî Şengalê, divê ji nêz ve werin şopandin. Hewl dide êrîşî her cihê ku Tevgera Azadiyê ya Kurd, destketî û berxwedana Kurdan lê heye, bike. Pêwîste daxuyaniyên li dijî Şengalê jî bi vî rengî werin dîtin."

Denîz ragihand, dema siyaseta rojane tê nirxandin, girîng e dîroka wê jî bê dîitn û got, "Di herikîna dîrokê de gelek komkujî li civaka Êzidî bû. Dema ya herî dawî, ku ya herî hilweşîner bû, hat kirin û li pişt êrîşkar DAIŞ'ê hikûmeta Tirk hebû, gelo kê Şengal parast? Ji pirsa 'Bi derxisitna PKK'ê re gelo plana komkujiyeke nû tê kirin?' wêdetir, DAIŞ'ê ew komkujî ji xwe di bin ewlehiya AKP-Erdogan de kir. Ya ku di wê demê de li wir li ber xwe da Tevgera Azadiyê ya Kurd bû. Yên ku civaka Êzidî ji wê komkujiya mezin rizgar kirin û di oxirê de têkoşiyan, gerîla bûn. Lewma PKK ne ew tevger e ku li gorî gotinên hikûmeta AKP'ê ya faşîst tev bigere."

Denîz wiha dewam kir: "Ya ku bêşensî ye ev e: Kurdên Başûr û siyaseta wan li dijî vê helwest nîşan nedan, bi taybetî hikûmeta PDK'ê. Ji ber ku divê ev neyê ji bîr kirin: dewleta Tirk û AKP ti tiştekî Kurdan qebûl nake. Di bingeha hewldaneke bi vî rengî de plana komkujiyên nû heye. Ji xwe li Bakurê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê hewl dide komkujiyan bike. Li vê derê jî, yên ku êrîşa komkujiyê li Şengalê kir, destek da DAIŞ'ê, AKP û Erdogan in. Ji ber vê yekê, dixwazin wê derê bêparastin û bêxwedî bihêle û civaka Êzidî ji refklesa parastinê qut bike. Civaka Êzidî wê vîna xwe ya ciavkî, çandî, rêxistinî û siyasî her tim bi rêxistin bike û bi vî rengî hebûna xwe biparêze. Jİ ber vê yekê, nîqaş û hevdîtinên li ser bingeha berjewendî û yekîtiya neteweyî ya Kurdan ji aliyê KCK û PKK'ê ve bi biryardarî tên dewamkirin. Polîtîkayeke bi vî rengî tê meşandin. Nêzîkatî û zimanê ji bo serketina vê polîtîkayê, wê bi kêrî hemû Kurdan bê."

'LI DORA MASEYÊ HEMÛ HÊZ YEK BI YEK FIROT'

Li ser polîtîka Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê jî Denîz got, "weke hêzeke hegemon, hikûmeta Tirkiyeyê, AKP û Erdogan di şerê Sûriyeyê de jî da dû gelek lîstikên qirêj û ev nirxandin ki: "Yên ku digotin, em ê di hefteya pêş de biçin li Helebê nimêjê bikin, hemû hêzên ku li Helebê piştgiriya wan dikir, li dora maseyê yek bi yek firot. Firot Pûtîn û Esad. Beriya du salan wê tevî van mucahîtan nimêj bikira. Hemû çete bûn, lê ji bo wan mucahît bûn, ew bi wî rengî bi nav dikirin. Hemû firot. Pîvanek xwe nîne; dikare her tiştî bifiroşe her kesî. Ji bo mayîndebûna xwe tiştekî ku neke, nîne."

Denîz bibîr xist, ku El Nûsra di lîsteyên terorê yên cîhanê de ye û got, "Gotina terorîzmê herî zêde li dewleta Tirk, li DAIŞ û El Nûsra tê. Ya rast, Tirkiye li Rojhilata Navîn winda dike."

'DANÛSTANDINÊN LI ASTANAYÊ WÊ BI SER NEKEVIN'

Endamê Akademiya Zanistên Civakî Ozgur Denîz di dawiya axaftina xwe de, danûstandinên li Astanayê ku tê plankirin bên lidarxistin, nirxand û bibîr xist, ku ji bo mirov mafdariya xwe nîşan bidin, pêwîstî bi hêzeke civakî, leşkerî û polîtîk heye.

Denî got, "Eger di vî warî de mirov rêxistinbûyî û bi bandor bin, hingî di nava mekanîzma biryardayînê de weke mûxatab tên dîtin. Lewma mîna Cenevreyê nebûna Kurdan di danûstandinên Astanayê de wê bibe sedem ku civîna li Astanayê jî bê encam bimîne. Ji ber ku yên niha li ser erdê hene, çete yan jî komên din nîne. Yên hene hêzên Kurd, Ereb, Suryanî, Çerkez, Tirkmen, ên bi pêşengiya YPG û QSD'ê ne. PYD, YPG û QSD hêza bingehîn e. Cihekî ku ew bi rê ve dibin, xeteke xwe ya berxwedanê ya leşkerî, siyaseteke xwe heye. Modeleke xwe ya siyasî ya şênber heye ku ji bo danûstandinên siyasî li ser Sûriyeya nû pêşkêş dikin. Ev jî Federasyona Bakurê Sûriyeyê ye. Ji bo avakirina Sûriyeya nû projeya xwe ya bingehîn pêşkêş kirine. Nedîtina hêzeke bi vî rengî ya bi bandor, gelo pêkan e? Ji nedîtî ve jî were, bicihanîna biryarên bêyî vê hêzê, nepêkan e."

Denîz destnîşan kir, ku eger wê Sûriyeyeke nû were avakirin, mecbûr e rêveberiya Federasyona Bakurê Sûriyeyê jî di nava van hevdîtinan de hebe û got, "Di rewşeke berevajî de, çi li Astana çi jî li cihekî din, wê encamek bi dest nekeve."