Tifaqa Kurdistanî: Li dijî girtina HDP'ê em dengê xwe bilind bikin!

Partiyên Tifaqa Kurdistanî li dijî girtina HDP'ê bang li hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê û navneteweyî kir ku li dijî vê neheqiyê dengê xwe bilind bikin.

Komxebata Tifaqa Kurdistanî bi beşdariya nûnerên pêkhateyên xwe têkildarî biryara vekirina doza girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li Buroya Peywendiyê ya Navenda Giştî ya Partiya Heremên Demokratîk (DBP) a li Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de metna kurdî Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistan (KKP) Sînan Çîftyurek û metna tirkî jî Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz xwend.

Çîftyurek bi bîr xist ku di 17’ê Adara 2021'ê de Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind bi hinceta 'dewletê ji holê rakinê' derbarê HDP’ê de doza girtinê vekiriye û wiha got: "Serdozger ji bo girtina HDP'ê ku di hilbijartinên Parlementê yên di sala 2018'an de bi giranî bi saya dengên hilbijêrên Kurd bûye partiya sêyemîn a Meclîsê, serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da. Sedema vê serlêdana doza girtinê ne sedemek hiquqî ye, sedemek siyasî ye! Ji ber ku ev pêngava bi talimatên siyasî û li ser gef û israrên Tifaqa Komarî hatiye avêtin, derbek li hember demokrasî û serdestiya hiqûqê ye."

'BETALKIRINA PARLAMENTERIYÊ Û VEKIRINA DOZA GIRTINÊ NE TESADUFÎ NE'

Çîftyurek destnîşan kir ku betalkirina parlamenteriya Omer Farûk Gergerlîoglû û vekirina doza girtina HDP’ê ne tesadufî ne û wiha axivî: "Li hember partiyek ku temsîlîyeta 6 milyonan zêdetir dengan dike doza girtinê vekirin, şaredarên ji aliyê gel ve hatine hilbijartin ji kar dûr xistin, bê navber hilweşandina destnedayîna parlementerên HDP'ê, girtin û avêtina hefsê ya hevserokên giştî yên partiyê û bi hezaran rêveber û siyasetmedarên wê bi gotina herî sivîk binpêkirina serdestiya hiqûqê ye. Ji salên 90'î heta niha hikûmetên Tirk li hember gelê me yê bi biryarî di qada siyasî de têdikoşe û mafê xwe yê destûra bingehînî yê avakirina partiyên siyasî bikartîne, şerekî ku hiqûqê bin pê dike dimeşînin. PAK, PSK, KKP û PDK-T ji ber ku peyva Kurdistan di navê wan de ye, li ber pêngava dawî a girtinê ne. Wezereta Karên Hundir a ku dezgehek rêveberiye ye û peywira wê a dadî tuneye, serlêdanên Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) û PDK'ê (Tîrmeha 2017'an) asteng dike û daxwaznameyên wan red dike.

Bi kurtasî ji ber ku em di çarçoveya têkoşînek qanûnî de ji bo çareseriyek siyasî, demokratîk û aştiyane bi biryarin, hewl didin ku bi tedbîrên derveyî hiqûqê û qedexe kirinan me bêdeng bikin. Israrkirina desthilatdariyê ya bi vê helwesta xwe ya siyasî, ku çareseriyên leşkerî yên berê hatine ceribandin û bo aştiyê encam nadin dubare dike, ne tu rê ye û alozî ye. Dengdêrên Kurd ji bo demokrasiyê, guherînê û veguherinê aktorek girîng ê siyasî ye. Divê rola wan a guherînên di hilbijartinên xwecihî yên sala 2019'ê neyê ji bîr kirin. Pirsgirêkên gelê kurd hene. Em bawer dikin çareseriya van pirsgirêkan bi riyek siyasî, demokratîk û aştiyane pekane ye. Ji ber wê em dixwazin bi awayek qanûnî xwe bi rexistin bikin û têbikoşin."

'DIVÊ HERKES LI DIJÎ NEHEQIYÊ DENGÊ XWE DERXÎNE'

Çîftyurek di dawiya daxuyaniyê de wiha got: "Divê li gor norm û peymanên navneteweyî pirsgirêka kurd were çareserkirin. Divê Tirkiye serdestiya hiqûqê, mafên mirovan û azadiya heqê rexistinbûyînê jî tê de hemû mafên bingehîn ên pergalek demokratîk di çarçoveya normên navneteweyî bicihbîne û garantî bike. Em bang li hêzên demokrasiyê û muxalefetê dikin; werin bi hêzên qanûnî û siyasî yên gelê me re piştgiriyek aktîf bikin û li hember neheqiyê dengê xwe bilind bikin. Em wek partiyên siyasî, hereket û saziyên li jêr îmzeyên wan hene, doza girtinê ya li hember HDP'ê hatiye vekirin bi awayek tund şermezar dikin. Em bang li gelê xwe dikin ku bi awayekî xurt tevlî pîrozbahiya Newroza 2021'ê bibin û îradeya xwe nîşan bidin. Em gelê xwe, partî û hêzên ku baweriya wan bi demokrasîyê hene, li dijî doza girtina HDP'ê banga piştevaniyê, li xwedî derketina mafên mirovan, têkoşîna azadiyê, demokrasî û serdestiya hiqûqê dikin."