Tevgera helîkopteran a li esmanên wargeha Mexmûrê zêde bûye
Piştî bûyera li Hewlêr û bombe kirina jîngehên sivîl a Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê rojên dawî tevgera balafirên keşfê û helîkopteran a li herêmê pir zêde bûye.
Piştî bûyera li Hewlêr û bombe kirina jîngehên sivîl a Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê rojên dawî tevgera balafirên keşfê û helîkopteran a li herêmê pir zêde bûye.
Bi taybet piştî bûyera li restoranta Hoqqabaz a Hewlêr a Başûrê Kurdistanê û endamê MÎT’ê û du kesên din û şûnde Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî Mexmûrê ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve hate bombekirin û di bomberûdamê de 2 sivîl bi sivik birîndar bûbûn.
Piştî van bûyeran bi taybet rojên dawî tevgera balafiran ên li esmanên Mexmûrê pir zêde bûye, di van kêliyan de jî tevgera helîkopteran heye û nayê zanîn bê ka ev helîkopter ên Tirkin an jî yên Koalîsyonê ne.