Tevgera Azadî ya Kerkûkê: Em 30’emîn salvegera Raperînê li gelên Kerkûkê pîroz dikin

Meclîsa Kerkûkê ya Tevgera Azadî bi daxuyaniyekê ve 30’emîn salvegera Raperîna mezin li gelê Kurd ku yekemîn roja Newrozê bajarê Kerkûkê hat rizgarkirin li gelên Kerkûkê pîroz kir.

Encûmena Kerkûkê ya Tevgera Azadiya Komelgeha Kurdistanê bi munasebeta 30’emîn salvegera Raperîna mezin ya gelê Kurd ên Başûrê Kurdistanê ku di yekemîn roja Newrozê de bajarê Kerkûkê ji rejîma Baas hat rizgarkirin daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya Tevgera Azadî ya Kerkûkê de 30’emîn salvegera Raperîna mezin ya gelê Kurd ên Başûrê Kurdistanê li tevahî gelê Kurd û bi taybetî Kerkûkiyan pîroz dike û dibêje, “30 sal beriya niha hemû çîn û kesimên Kerkûkê di demekî kurt de bajar ji zilma rejîmek zalim paqij kiriye û bi agirê Newrozê ev roja bi heybet pîroz kir.”

Tevgerê her wiha bi bîr xist ku bajarê Kerkûkê ew 30 sal in ji ber nakokiyên siyasî yên di navbera hêzên Kurdî yên Başûrê Kurdistanê di navxweyî û bi hikumet û welatên herêmê û navnetewî bûye qurbanî û berdewam ji aliyê siyasî, leşkerî, ewlekarî, civakî, aborî û ximetguzarî de ber bi paşve diçe û wiha didomîne, “Berdewam xelkê bajar bûye qurbaniyê nakokiyên siyasî û leşkerî yên di navbera aliyê siyasî, hikumet û welatên herêmî û navdewletî, bêyî ku xelkê bajar bi xwe di diyarkirina pêşeroj û çarenûsa bajarê xwe xwedî rol bin, berdewam dewlemendiyên vê bajarî hatiye talankirin û xelkê wê jî ji xizmetguzariyê herî biçûk jî bê par hatiye hiştin.

Bi ruxmê ku yek ji bajarên herî dewlemend ê cîhanê ye, lê xelkê wê ji ber hejariyê dinale û her ku diçe jî bajar ber bi kavilbûnê ve diçe.”

Tevgera Azadî ya Kerkûkê di dewama daxuyaniyê de bal dikişîne ser dîroka bihevre jiyankirina gelên ku li Kerkûkê dijîn û diyar dike, “Yekane tişta ku li vê bajarê cihê hêviyê ye, ew çanda dîrokî û bi heybet û xweşik e ku di dîrokê de rengekî xweşik ya bihevre jiyankirinê daye gelê wê.”

Di daxuyaniyê de Tevgerê da zanîn ku wan xwe dispêrin wê çanda dîrokî ya bajarê Kerkûkê û hewldidin ku bi dirûşmeya ‘Di rêvebirinê de demokrasî û di bihevre jiyanê de jî aştî’ sîstemekî civakî ji bo gelên bajar ava bikin û wiha pêde diçe: “Em li ser proje û sîstemekê dixebitin ku hemû gelên Kerkûkê bêyî cudakariya netewî, mezhebî û bîr û baweriyên cuda, hemû bi hevre di bin sîwana Kerkûkekî demokratîk de kom bike.”

Meclîsa Kerkûkê ya Tevgera Azadî di dawiya daxxuyaniya xwe de 30. Salvegera Raperîn û Newroza serê salê ya Kurdî li tevahî gelê Kurd, çîn û kesimên Kerkûkê pîroz kir.