TEV-DEM: Em encamên ku ji Astanayê derkevin nas nakin

Meclîsa TEV-DEM’ê ya Kantona Cizîrê diyar kir ku ew ê encamên ji Astanayê derkevin nas nekin.

Endamên Meclîsa TEV-DEM’ê li ser mijara ku nûnerên gelên Sûriyeyê tevlî civîna Astana ya xwedêgiravî bi mebesta çareseriya krîza Sûriyeyê tê lidarxistin, nebûne daxuyaniyeke niviskî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin: ‘’Piştî 6 salên şer, ji gelek civînên ku hatin lidarxistin diyar bike ku rejîma Sûriyeyê jî di nav de, hêzên derve di mijara çareserkirina krîzê de ne ji dil in. Berevajî vê ev hêz dixwazin Sûryeyê parçe bikin û krîza heyî hê kûrtir bikin.’’

Bi berdewamî wiha hate gotin: ‘’Beriya niha jî civînên Cinêvê 1-2-3 pêk hatin û ti encam ji van civînan dernekte.

Çareseriya krîza Sûriyeyê ya ku ev 6 sal in çareserî jê re nehatiye dîtin, wê bi nûnerên gelên Sûriyeyê pêk were.

Em hişmendiya ku vîna gelên Sûriyeyê bi rikdarî red dikin û şermezar dikin, em diyar dikin ku encamên ku ji vê civînê wê derkevin me têkildar nakin.

Banga me ji bo hemû gelên me ew e ku ji bo avakirina Sûriyeyeke federal û demokratîk, ji bo çareseriya krîza Sûriyeyê têkoşînê geş bikin.’’