Tecrîd bi xwe rejîma zordariyê ye
Ji Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Sûzan Akîpa ragihand ku tecrîd bi xwe rejîmeke zehmet e, rêbaza tepisandina pirsgirêkê bi rengekî li derveyî hiqûqê ye.
Ji Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Sûzan Akîpa ragihand ku tecrîd bi xwe rejîmeke zehmet e, rêbaza tepisandina pirsgirêkê bi rengekî li derveyî hiqûqê ye.
Ji Tevgera Jinên Azad Guldem Dogan, ji Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Sûzan Akîpa û Parlamentera Stenbolê ya DEM Partiyê Ozgul Sakî têkildarî tecrîdê ji ANF’ê re axivîn.
Aktîvîsta TJA’yê Guldem Dogan anî ziman ku divê destpêkê civaka Tirkiyeyê têgeha tecrîdê fêm bike û got ku divê tecrîd weke qutbûna têkiliya bi derve re neyê fêmkirin û ev yek anîn ziman: ‘’Îro li seranaserê Tirkiyeyê kesekî bibêje ku ‘ez azad im û jiyana min ne di bin tecrîdê de ye’’ tune ye. Ez bi awayekî zelal dibêjim ku tune ye. Çimkî dewlet ji bo ku tecrîda ku dimeşîne normalîze bike, bi hemû derfetên xwe civakê manîpûle dike û operasyonên îdraqê bi rê ve dibe. Vê yekê bi rêya pergala perwerdeyê, yasayan, qanûnan û medyayê dike. Ji ber ku civak tecrîdê fêm nake, di yekbûn û lêpirsînê de kêm dimîne.’’
TIŞTA KU KEDA ME ÎSTÎSMAR DIKE JÎ TECRÎD E
‘’Polîtîkayeke korkirinê tê birêvebirin lê belê em nikarin tundiya tecrîdê fêm bikin. Jin ji civakî siyaset û aboriyê tên tecrîdkirin. Nizanin ku paşguhkirina daxwazên jinan polîtîkayeke tecrîdê ye; naxwazin fêm bikin ku tişta ku li her derê keda wan îstîsmar dike tecrîd e. Ji ber vê yekê fêmkirina tecrîdê û têkoşîna li dijî tecrîdê erka sereke ya mirovahiyê ye. Tecrîd êdî bi polîtîkayên şer ên taybet, zîhniyeta mêran û feraseta dewletê veguheriye pirsgirêkeke civakî û li her derê derdikeve pêşiya me. Li pêşiya me 25’ê Mijdarê heye; dewleta ku bi salan nahêle em dakevin Qada Taksîmê, dixwaze me ji Qada Taksîmê, ji vê bîrê tecrîd bike. Divê ev yek wiha bê dîtin û fêmkirin. Ji bo jinan tecrîd gelekî girîng e û em jibo şikandina tecrîdê bi hemû hêza xwe li ber xwe didin. Ji bo jiyaneke azad û wekhev divê tecrîd were rakirin.’’
Parlamentera Stenbolê ya DEM Partiyê Ozgul Sakî destnîşan kir ku tecrîd tê wateya zêdebûna xizaniya jinan û qetilkirina jinan û got: ‘’Israra di polîtîkayên tecrîdê de encameke israra di polîtîkayên şer ên dagirkeriyê de ye. Beriya het tiştî jixwe divê bi tu awayî tecrîd neyê sepandin. Di pergala hiqûqê ya cezayê de jî cezakirinên zirardayîna rûmeta însanan weke sûc tê qebûlkirin. Em dizanin ku tecrîda mutleq a li Îmraliyê li ser Abdullah Ocalan tê meşandin, weke polîtîkayeke dijminahiyê di şexsê rêberê gelekî de weke rêbaza cezakirina civakeke mezin tê meşandin. Di mijara çareseriya pisgirêka Kurd de rakirina tecrîdê gelekî girîng e. Aşitiyeke birûmet bi rakirina tecrîdê pêkan e.
BÛYEREKE JIYANÎ Û CIVAKÎ YE
Weke me di encamnameya konferansa xwe ya ji aliyê Meclîsa Jinan a DEM Partiyê hatî lidarxistin de anî ziman, tecrîd bes ne bûyereke mafê mirovan e, her wiha bûyereke jiyanî û civakî ye jî. Israra di polîtîkayên şer û dijminahiyê de ji bo jinan tê wateya xurtbûna patrîyarka û serweriya mêran. Tê wateya zêdebûna qetilkirina jinan û hovbûna tundiya mêran. Tê wateya zêdebûna xizaniya jinan û îstîsmarkirina keda jinan. Her wiha em dizanin ku AKP gelekî hewl dide ku li ser jinan rejîmeke tecrîdê ava bike.’’
TECRÎD BI XWE REJÎMEKE ZORDARIYÊ YE
Parêzera Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Sûzan Akîpa anî ziman ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin derqanûnî ye û wiha dest bi axaftina xwe kir: ‘’A rastî dema ku em lê dinêrin, em dibînin ku tecrîd bi xwe rejîmeke zordariyê ye. Tecrîd weke bi rêbazên derqanûnî paşguhkirina pirsgirêkan û rêbazên zextê derdikevin pêşiya me. Helbet sedemên tecrîda ku li ser Birêz Ocalan tê meşandin ên hiqûqî, polîtîk, civakî, herêmî û gerdûnî hene.
Pergala tecrîdê nîşan dide ku Tirkiye çi qasî yasa û pergala hiqûqê ya yasayî ya gerdûnî binpê dike, nîşan dide ku rayedar çi qasî bi kêfî tev digerin û her wiha bandora siyasetê ya li ser darazê û ji ber berjewendiyan bêdengbûna saziyên navneteweyî jî nîşan dide. Ev rewş 26 sal in berdewam dike. Dîsa krîzeke ku ji ber van sedeman derketî heye. Ev krîz hem sedem hem jî encama tecrîdê ye.
TU ALIYÊN HIQÛQÎ YÊN TECRÎDÊ TUNE NE
Divê tecrîd were rakirin. Çimkî ji bo ku Tirkiye vegere ser hiqûqê ku xwe weke dewletek hiqûqê pênase dike, divê qaîdeyên hiqûqê nas bike û dawiyê li pergala tecrîdê bîne. Desthilatdariyê berpirsiyariyeke bi vî rengî heye. Tu aliyên hiqûqî yên tecrîda ku li ser Birêz Ocalan tê meşandin, tune ne. Ev 25 sal in heqîqeteke ku Birêz Ocalan tîne ziman heye. Hêza wî ya çareserkirina pirsgirêkan heye. Lêgerîn û hewldanên wî yên ji bo demokratîkbûyînê û projeyên wî yên çareseriyê yên şênber hene. Aqilekî ku derve li ber xwe dide heye ku ev aqil îradeya Birêz Ocalan nas dike. Ji ber vê yekê rakirina tecrîda tecrîda li ser Birêz Ocalan, nanskirina hemû mafên wî yên hiqûqî, hevdîtina li gel malbat û parêzeran ya bênavber û bidawîkirina rejîma tecrîdê ya xwe dispêre zordariyê wê krîza heyî çareser bikin."