TCŞ’ê ji bo Mexmûrê banga lezgîn a çalakiyan kir

Tevgera Ciwanên Şoreşger, li ser êrîşa artêşa Tirk a li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî bang li ciwanên Kurd ên li Ewropayê dijîn kir ku çalakiyan lidar bixin.

Balafirên şer ên Tirk a dagirker bombe li Wargah Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê barand. Li ser êrîşa ku nerazîbûnên mezin bi xwe re anî, Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) daxuyaniyek da û banga lezgîn a ketina çalakiyan li ciwanên Kurd ên li Ewropa dijîn kir.

‘TC Û DAÎŞ YEK IN’

TCŞ’ê diyar kir ku ev êrîşa li ser cihên sivîl ku berê DAÎŞ’ê xwestibû êrîş bike û bixe destê xwe, dide nîşandan ku bê ka çiqas TC û çeyên DAÎŞ’ê bi hev re ne û yek in. TCŞ’ê got: “Li dijî êrîşa li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ku di bin sêwana Neteweyên Yekbûyî de ye, hem Neteweyên Yekbûyî hem jî partiyên Başûrê Kurdistanê bêdengin.”

‘CIWANÊN KURD DAKEVIN QADAN’

TCŞ’ê bi domdarî got: “Mexmûr yek ji sembolên me yên li dijî zilmê, qetlîam û asîmlasyonê li ber xwe daye ye. Êrîşa li ser Mexmûrê ya sembola berxwedanê ye, li dijî hemû nirxên mirovahî û Kurdistanê ye. Divê ciwan çavê xwe li vê êrîşa ku li ser Mexmûr a berdêlên mezin dane negire. Divê ciwanên Kurd bi sekna Şehîd Elî Çîçek û Şehîd Hesen Şirnexî rabe berxwedanê. Li ser vî bingehî ji bo xwedîderketina li Mexmûrê di serî de bang li ciwanên Kurd ên li Ewropa dijîn û Kurdistanê dikin ku dakevin qadan û çalakiyan mezin bikin.”