Talankerên Şaredariyan birkên mirinê ji nedîtî ve tên

Li Wanê, birkên ku ji bo xeml û rewşê hatine çêkirin, tevî ku bi elektrîk û gemarî ne, ji ber ku aliyê talankerên şaredariyê ve tedbîr nayê girtin, rê li ber metirsiyê vedikin.

Li Wanê ku germa havînê gelekî zêde ye, zarokên ku dixwazin xwe hênik bikin dikevin birkê ji bo xeml û rewşê li bajêr hatine çêkirin. Lê li van birkan metirsiya elektrîkê heye û gelekî gemarî ye.

Ji bo van birkên li herêma Beşyol a Wanê, Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û Şaredariya Rêya Armûşê ku ji aliyê qeyûman ve hatine desteserkirin, heta niha tedbîr nehatine girtin. Ev birk bi sîstema elektrîkê dixebite û her roj bi dehan zarok ji bo xwe hênik bikin dikevin nava avê.

Ji ber ku rayedar tedbîrê nagirin, zarok hîn jî dikevin birkê. Tehlûke heye ku ceyran bi zarokan bikeve, ya jî zarok bi nexweşiyan bikevin.