Tacîza leşkerê Tirk hate protestokirin: Dewletê faîl revand

Li Şirnexê tacîza çawişê pispor hate protestokirin. Ji DEM Partiyê Newroz Ûysal Aslan destnîşan kir ku piştî faîl rakirin nexweşxaneyê ji aliyê polîsan ve hate revandin.

LI ŞIRNEXÊ TACÎZ HATE PROTESTOKIRIN

Tacîza çawişê pispor a duh li navenda Şirnexê kiribû bi meşekê hate protestokirin. Pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê, sendîkayên girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Şirnexê Newroz Uysal Arslan, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û gelek kes tevlî meşê bûn.  

Girseya ku li Qada Cumhuriyetê hate ba hev, bi pankarta “Ji îstîsmar û tacîzê re bibêje bes e” vekirin û heta pêşiya avahiya KESK’ê meşiyan. Di meşê de gelek caran dirûşma “Bêdeng nemîne nexwe dê dor were te jî” hate berzkirin. Li pêşiya avahiya KESK’ê daxuyanî hate dayîn.

Endamên KESK’ê Mûrat Ozbey di daxuyaniyê de axivî û got ku jina rastî tacîzê hatî, bi mudaxileya gel hatiye rizgarkirin. Ozbey, wiha domand: “Kesê bi navê Z.Ç. di nîsanê saet derdora 21.30’an de du jinên ku mala wan li Taxa Dîcleyê ya navenda Şirnexê şopand û di ketina avahiyê de êrişa zayendî kir. Piştî ku jinan alîkarî ji derdorê xwestin, welatiyan mudaxileyî bûyerê kirin. Li gorî agahiyên nivîskî dîtbarî yên ser medyaya dijîtal, faîl birîndar bûye. Walîtiya Şirnexê jî bi daxuyaniyeke fermî got ku ev kes peywirdarê cemaweriyê ye û navê vî faîlî çawişê pispor Z.Ç. ye.”

Bi domdarî Ozbey destnîşan kir ku bûyerên bi vî rengî di demên berê de jî qewimî ne û wiha pê de çû: “Ev bûyer, encama polîtîkaya necezakirinê ye. Di bûyerên berê de hate dîtin ku dema faîl peywirdarên cemaweriyê û hêzên ewlekariyê bin, lêpirsîneke bibandor û adilane nayê meşandin, bi zirxê necezakirinê tên parastin û ev yek jî rê li ber înfîalê vedike. Necezakirin, li vê xakê li dijî mafê jiyanê yê jin û zarokan weke zirxekî tê bikaranîn. Me hêj nedîtiye ku faîlên hêza xwe ji hêza cemaweriyê digirin hatibin cezakirin. Li Qubîn a Êlihê di doza Mûsa Orhan de, li Cizîrê di ya faîl Aslan A. de, li Colemêrgê di doza Esra Yucel de tu ceza nehatin dayîn û ev mînakên herî şênber ên polîtîkaya necezakirinê ne.”  

Ozbey, daxuyand ku walîtiyê di daxuyaniya xwe de hewl daye faîl biparêze û ev tişt anî ziman: “Piştî bûyer li ser çapemeniyê hate weşandin, Walîtiya Şirnexê daxuyaniyek da. Walîtî bêyî ku qala lêpirsîna edlî û îdarî ya derheqê faîl de bike, got ku 4 kesên mudaxileyî faîl kirin hatine binçavkirin. Walîtiyê di vê daxuyaniya xwe de faîl parastiye û daxuyaniyeke alîgir daye. Her wiha rê li ber gumanan vekiriye ku dê lêpirsîneke edlî û îdarî derheqê faîl de nedin destpêkirin. Banga me li meqamên edlî û îdarî ew e ku lêpirsîneke bibandor bidin destpêkirin û faîl bê cezakirin. Dê saziyên me vê bûyerê bişopînin.”

Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan jî got ku faîl ji hêla polîsan ve hatiye revandin û parastin. Uysal, wiha domand: “Sedema me ya hatine vê derê, ev êşa dilêş e. Hêzên ewlekariyê hewl didin di nava gelê me de tiryakê belav bikin û sîxûrtiyê pêş bixin. Bûyera Fîrdevs Babat jî ji hêla heman kesan ve hate kirin. Bûyera Sakîne Kultur hêj di bîra me de ye. Di nava sê salan de bûyereke bi heman rengî rû da. Xelkê Şirnexê jî li dijî vê rabû ser pêyan. Duh heman tişt li kolanên me hate kirin. Dê xelkê Şirnexê li dijî van bûyeran her tim berteka xwe nîşan bide. Faîlê ku piştî bûyerê weke birîndar hatiye nîşandan, bi lez û bez rakirin nexweşxaneyê û ji wir jî hate revandin.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Bêdeng nemîne nexwe dê dor bê te” bi dawî bû.