BI DÎMEN

'Şervanên zarok' ên di destê DAIŞ'ê de hatin rizgarkirin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk, ku di çarçoveya Pêngava Xezeba Firatê de li bakurrojavayê Reqayê bi pêş ve diçin, sê 'şervanên zarok' ên di destê DAIŞ'ê de rizgar kirin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ên gundên li bakurrojavayê Reqayê bi pêş ve diçin, zarokên ji aliyê DAIŞ'ê ve weke çekdar dihatin bikaranîn, rizgar kirin. Şervanên QSD'ê operasyon li gundekî kirin û endamên DAIŞ'ê yên zarok rizgar kirin, çekên ku dabûn destê wan jî, desteser kirin.

Şervanan dan xuyakirin, DAIŞ gelê sivîl ji xwe re dike mertal û zarokan bi vê armancê bi kar tîne. Li gorî agahiyên ji aliyê şervanên QSD'ê ve hatin dayîn, gelek kesên li herêmê têkiliya xwe bi DAIŞ'ê re hebû, teslîm bûne.

Zarokên hatin rizgarkirin gotin, DAIŞ'ê ew bi zorê revandine û çek dane wan.