Serokeşîrên Ereb li ber êrîşên dewleta Tirk rabûn

Eşîr û serokeşîrên Ereban êrîşên dewleta Tirk ên li ser Şengalê şermezar kirin û diyar kirin ku wê li hemberî van êrîşan bêdeng nemînin.

Dewleta Tirk a dagirker Şeva 14-15’ê Hezîranê bi dehan balafiran êrîşî Şengal, Mexmûr û Herêmên Parastinê yên Medyayê kiribû. Nerazîbûn û şermezariyên li dijî van êrîşan her ku diçin zêde dibin. Di serî de eşîr û rûspiyên civaka Êzidî tevahiya pêkhateyên herêma Şengalê, dîsa li tevahiya cîhanê ev êrîşên bi armanca qirkirinê şermezar kirin.

Yek ji van deran ku êrîşên dewleta Tirk şermezar kirî, gundên Ereb ên li derdora Şengalê ne. Bi vê armancê rûspî, giregir, serokeşîr û kesayetên civaka Ereb ev êrîşên dewleta Tirk bi daxuyaniyekê şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em weke serokeşîr û giregirên civaka Ereb ên gundê derdorê Şengalê êrîşên dewleta Tirk bi tundî şermezar dikin. Lewre ev êrîş, binpêkirina serwerî û rûmeta gelên Iraqê ye. Nexasim jî ev êrîşên dewleta Tirk ên li ser civaka Êzidî, weke êrîşa li dijî hemû pêkhateyên Iraqê digirin dest. Tişta ku DAÎŞ'ê dikir lê nekarî bi ser bixe, niha dewleta Tirk bi xwe dike û dixwaze encam bigire. Hewl dide rasterast pêşî li vegera civaka Êzidî û civaka Ereb a li ser xaka xwe bigire.”

Serokeşîran bi heman awayî bêdengiya dewleta Iraqê jî şermezar kir û bang lê kirin ku li hemberî van êrîşan helwesta xwe zelal bike û wiha pêde çûn: “Em bang li dewleta Iraq, rayedarên Iraqê û neteweyên yekbûyî dikin ku li hemberî van destdirêjiyên dewleta Tirk bêdeng nemînin. Di dema êrîşên hovane yên DAÎŞ'ê pêk hatî de jî dîsa herî zêde civaka Êzidî bi vê hovîtî, kuştin, revandin, firotin, talan û koçberiyê re rû bi rû ma. Ev êrîşên dewleta Tirk jî rasterast berdewama vê hovîtiya DAÎŞ'ê ye.”

Serokeşîran bal kişand ser rol û mîsyona YBŞ-YJŞ û hêzên Iraqî ya garantîkirina parastina hemû pêkhateyên Iraqê û wiha dawî li daxuyaniya xwe anîn: “Em careke dîtir daxwaz ji dewleta Iraqê dikin ku ji bo parastina rûmet û namûsa gelên Iraqê pêşî li êrîşên dewleta Tirk bigirin. Van êrîşên dewleta Tirk hem hundir, hem jî di nav raya navneteweyî de bi tundî şeremezar bikin û hesab bipirsin.”