'Serdema kuştinên kiryar nediyar ji nû ve dest pê kir'
Kamîle Şîmşek ku di sala 94'an de biryarê bi rengekî 'kiryar nediyar' hat kuştin, Sûltan Azboyî, ku dît li pêş mala wê 3 kes hatin înfazkirin û Mûhlîse Kina tiştên bi serê wan ve hatî, vegotin.
Kamîle Şîmşek ku di sala 94'an de biryarê bi rengekî 'kiryar nediyar' hat kuştin, Sûltan Azboyî, ku dît li pêş mala wê 3 kes hatin înfazkirin û Mûhlîse Kina tiştên bi serê wan ve hatî, vegotin.
Li Êlihê, ku weke yek ji bajarên 'windakirin' û 'kuştinên kiryar nediyar' tê naskirin, travma serdma salên 90'î hê dewam dike. Komkujiyên li Cizîr, Pirsûs û Enqereyê yên vê dawiyê jî ev travma girantir kir.
Kamîle Şîmşek ku di sala 94'an de biryarê bi rengekî 'kiryar nediyar' hat kuştin, Sûltan Azboyî, ku dît li pêş mala wê 3 kes hatin înfazkirin û Mûhlîse Kina tiştên bi serê wan ve hatî, vegotin.
'BIRAYÊ MIN KUŞTIN'
Kamîle Şîmşek got, di sala 1994'an de ji ber ku gundê wan bi zorê hat valakirin û şewitandin ew neçar man koçî navenda Êlihê bikin û qala windakirina birayê xwe kir: "Birayê min Alî Ûgûr dema hingî koçî Kercewsê kir, hat windakirin. 40 rojî me agahî ji Alî negirt. Piştî 40 rojî agahî ji me re hat ku birayê min li herêma Safo ya li aliyê Estil a Mîdyatê ye. Ji bo dîtina Alî min û xwişk-birayên min me serî li dadgehê dan. Me êdî dixwest birayê xwe çi saxî, çi jî mirî bibînin. Birayê me nîvro ji vir revandibûn.
45 roj piştî windakirina birayê min, telefonek ji me re hat. Gotin, dibe ku kesekî li çiyayên Mîdyatê hatiye kuştin birayê we be. Bi lez û bez em ji malê derketin û me dît ku ew Alî ye. Ew birine wî çiyayî û kuştine. Di nûçeyan de ew weke 'terorîst' ragihandin. Piştî şewitandina gundê me, birayê min koçî Nisêbînê kiribû. Birayê min 4 salan li Nisêbînê ma. Di wê demê de Hîzbûllahiyan 2 zarokên xwişka min li Nisêbînê kuştin. Kesên ku danê sibehê avêtin ser mala wan, bi îşkenceyê ew li hewşa mala wan kuştin.
Li ser vê yekê xwişka min got, êdî nabe em li vî bajarî bijîn, em ê vegerin gundê xwe, em bimirin jî em ê vegerin gundê xwe. Li ser vê yekê xwişka min vegeriya gund. Birayê min Alî jî rojekê ji bo tedawiya diranê xwe ji Êlihê çû Kercewsê. Li otogara Kercewsê bi taksiyeyekê hat revandin. Heta 45 rojan me ti agahî jê negirt. Û piştre me cenazeyê wî dîtin. Piştî mirina birayê min, malbata wî neçar ma careke din ji gund derkeve û vegere Nisêbînê. Mala wan a li Nisêbînê jî niha xera bûye, hatiye şewitandin. Ji ber ku tiştekî wan nema ye berê xwe dane Stenbolê. Her yekî tevî zarokên xwe berê xwe dane cihekî.
Gelo ev zilma ku dewlet li Kurdan dike ne bes e? Tu vê zilmê li me dike û ji gundan berê me dide bajaran. Piştre jî wî bajarî xera dike û berê me dide bajarên gelekî dûr. Em nizanin bê çi bikin. Em kengî bêjin aştî, ew dest bi şer dikin û şer li ser me ferz dikin. Şer roj bi roj mezin dibe. Di dema Tansû Çîller de çi ji destê wan hat kirin. Cerdevanî ferz kirin, gund şewitandin, mirovên me kuştin, winda kirin. Çi ji wan hat, kirin. Binêrin Tansû Çîller çû. Lê îro Tayyîp Erdogan daye ser şopa wê, di heman rê de dimeşe."
'KUŞTIN ÊDÎ JI SERDEMA BERÊ JÎ ZÊDE Û DIJWARTIR IN'
Sûltan Azboyî ya 58 salî anî ziman, ku piştî gundê wan hat valakirin û şewitandin, ji neçarî wan koçî Êlihê kirine. Azboyî diyar kir, dema ku zavayên wan li pêş mala wan a li gund hatin kuştin, wan komkujiya destpêkê ji destê dewletê dîtin û got, "Zavayê xaltîka min li pêş malê hat kuştin. Gundê me hê jî hilweşandî û şewitandî ye. Di wê demê de xizmên me neçar man malê xwe bar bikin navçeya Bismil a Amedê. Di vê demê de hovîtiyeke mezin li me hat kirin. Li gundê xwe me karê xwe dikir, çandinî dikir.
Hovîtiya wê çaxê û ya niha ji hev ne cuda ye. Di salên 90'î de li Êlihê mirov dihatin revandin û kuştin. Jê re kuştinên kiryar nediyar dihat gotin. Rojekê li pêş mala me 3 xwendekar hatin kuştin. Zext li wan dikirin ku tevlî nava Hîzbûllahê bibin. Xwendekarê bi navê Şerîf li ber deriyê me kuştin. Dema em çûn ser cenazeyên wan, me nas nekir bê kî ne. Piştre jinan navê wan gotin û li ser wan giriyan. Bi wî rengî em hîn bûn bê kî ne. Em jin, me cenaze ji erdê rakirin, lê dîsa gule reşandin. Dîsa jî me cenaze li erdê nehiştin û rakirin nexweşxaneyê.
Berê mirov bi dizî dihatin kuştin. Lê niha bi awayekî vekirî bi dehan mirov tên kuştin û kes nayê darizandin, hesab jî nayê pirsîn. Ji duh heta îro çi guherî? Ya ku bû para Kurdan her tim îşkence û mirin e. Me ew serdem ji bîr nekir, lê welê lê hatiye êdî serdema heyî ya wê demê dijwartir e."
'JI BO KURDAN TIŞTEK NAGUHERE'
Mûhlîsê Kina da xuyakirin, ku ew li ber cerdevaniyê rabûn, lewma beriya 25 salan neçar man gundê xwe biterikîne û anî ziman, ji wê rojê heta îro tiştek neguheriye: "Ji malbata min kesî qebûl nekir bibe cerdevan. Em jî rabûn hatin Êlihê. Ma mal û milkên xwe li wir hişt û ketin ser rê. Piştî ku em li vir bi cih bûn, dewletê dest ji me berneda. Piştre me fêhm kir, pirsgirêk zimanê ku em pê daxivin e. Me her roj revandin û mirin dît. Hê nizanim bê çend kes kuştin.
Em niha di heman serdemê de ne. Duh ne diyar bû bê kîn e, lê kujer îro bi rengekî vekirî dibêjin wan kuştine û dîsa kesek hesab jê napirse. Ji bo Kurdan tiştek naguhere. Kî tê, li rê û rêbazan digere ku hîn bêhtir Kurdan bikuje."