Li Rojhilatê Kurdistanê 2 kolber bi giranî birîndar bûn

Hêzên dewleta Îranê careke din kolberên li ser sînorên bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê kirin hedef û di encamê de kolberek bi giranî birîndar bû. Kolberek jî ji zinar ket bi giranî birîndar bû.

Li gor çavkaniyên herêmî, li sînorê Hengejal a bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê, di dencam gulebarana hêzên rejîma Îranê de kolberê Kurd Hîwa Mehmudî bi giranî birîndar bû.

Hat hînbûn ku Hîwa Mehmudî rakirin nexweşxaneya Bane.

Li gorî heman çavkaniyan, kolberek din ê temenî 50 salî li sînorê Sewlaway a nêzî Hewraman ji zinarekî ket xwarê û bi giranî birîndar bû.

Hat gotin kolberê ji ser û lingên xwe bi giranî birîndar bû rakirin nexweşxaneya Sine.