Dewleta Tirk 5 caran gundên Silêmaniyê bombebaran kir

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker 5 caran bombe li gundên Kanî Mîran û Salyawayê yên navçeya Pênciwênê ya Silêmaniyê barandin.

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker 5 caran bombe li gundên Kanî Mîran û Salyawayê yên navçeya Pênciwênê ya Silêmaniyê barandin.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Rojnewsê, balafirên bêmirov 5 caran êrîşî Pênciwênê kirin.

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker îro bombe li Çemçemalê ya Germiyan a Silêmaniyê barandin. Têkildarî bûyerê hêj agahiyeke zelal nehatiye bidestxistin.