Rûken: Wê berxwedana li dijî dagirkeriyê giştî be

Endama Koordînasyona KJK’ê Zêrîn Rûken: Pêwîste hemû partiyên Kurdistanê, saziyên Kurdistanê li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk helwestên xwe diyar bikin, xurtir bikin û bikin yek. Çareserî di yekîtiya Kurdan de ye.

Endama Koordinasyona KJK’ê (Komalên Jinên Kurdistan) Zêrîn Rûken tevlê televizyona Stêrk TV bû û mijarên di rojevê de nirxand. Rûken; hevdîtinên li Imraliyê, plana dagirkirina axa Başurê Kurdistanê, Salvegera şoreşa Rojava û pêngava  ‘‘ji bo azadî û guhertinê tû jî rabe ser lingan’nirxand.Rûkenbersiv dide pirsên Rojnamevan Enes Yildiz.

Endama Koordinasyona KJK’ê Zêrin Rûken di despêka axaftina xwe de tecrida li Imraliyê nirxand ûwiha pêde çû;  ‘‘ Li ser rêber Apo dem dirêjî tecrîd berdewam dike. Di encama girevên birçîbûnê û rojiya mirinê de û berxwedana gelên me yê herçar perçeyan heya astekê encam girt û hevdîtin bi Rêbertî re hat kirin. Lê belê Serokatiya me li zindana Imralî ji bo çareseriya pisgirêkên Kurdan û li her çar parçeyan bi çarçoveyeke pir berfireh, bi aqilekî çareserî, pozizyona xwe ya çareseriyê çawa di parêze careke din piştî 8 salan nîşan kir.Serok APO 7 xal ji raya giştîû ji cîhanê re parvekir. Pêwîste raya giştîû her kes van 7 madeyan baş bixwîne, ji ber ku riya çareseriyê di wirde ye.Ji bo wê jî mirov nikare bêje tecrîd xilas bûye, rabûye. Tecrîd di meriyetê de berdewam dike. Ji ber wê jî berxwedaniya Gelên Kurdistanê jî berdewam dike. Di şexsê Rêber APO de civak di tecrîdê de ye, jin di tecrîdê de ne, hemû cîhan di tecrîdê de ye. Riya çareseriya cîhanê ji riya girtîgeha Imralî derbas dibe. Ji bo wê jî em karin bêjin Serok APO li wê derê rehînekî siyasî ye.Ji bo wê jîdesthilata AKP-MHP’ê ya faşîst kengî dilê wê dixwaze wê demê hevdîtinan çêdikeû kengî nexwaze çê nake. Yanî rêveberiya şerê taybet ji bo ku deshiladariya xwe li se piya bigre wisa dike. Lê belê 23’ê Hezîranê de derbeyek mezin xwar, Di hilbijartinên herêmî de têk çû. Mirov dikare bêje deshiltdariya faşîst derbe xwar û bi paşveçû. ji ber wê jî mirov dikare bêje konseptek îroj di meriyetê de ye dişibe 7’ê Hezîranê 2015’e piştî hilbijartinêçawa ku şerekî taybet li hemberîgelê Kurd li hemberîgelan kete meriyetêîroj jî dişibe ya wê demêû derbas jî dike.’’

DI ŞEXSÊ RÊBERÊ ME DE GELÊN HERÊMÊ TECRÎD DIKIN

Endama Koordinasyona KJK’ê Rûken li ser Konsepta qirkirinê û tecrida Imraliyê wiha axivî: ‘’Ev konsept berdewame, konsepteke ku li herçar aliyên Kurdistanê qirkirin di meriyetê de ye. Em nikarin bêjin tecrîd tenê li ser gelê Bakurê Kurdistanê tenê heye. Di şexsê Rêber APO de qirkirin û tecrîd li ser gelên herçar perçeyên Kurdistanê de ye. Tevahî Kurd û Kurdistanî tên tecrîd kirin û gelên Rojhilata Navîn jî di tecrîdê de ye.Ta ku Rojhilata Navîn rizgar nebe Kurdistan jî azad nabe û ta ku Kurdistan azad nebe Rojhilata Navîn jî rizgar nabe û ta ku Kurdistan azad nebe cîhan tev azad nabe. Konseptek îroj di meriyetê de di şexsê rêber APO de û di şexsê civaka Kurdistan û tevahî de mirov kare bêje gelên cîhanê dinava tecrîdê de ne. Ji bo ku em tecrîdê ji holê rakin li herderê û li zindana ciwan û dayik li ser piya bûn berxwedaniyek kirin û encamek girtin. Encama ku hat girtin jî ev bû riya ku em biçin gel Rêber APO û dengê wî bibihîsin vekir. Lê pêwîste îroj berxwedan hîn pirtir di meriyetê de be. Azadiya Rêber APO tê wateya azadiya civakê tevî.Li hemberî deshilatdariya qirêj ku xwe li ser xwînê disekinîne rê û rêbazên çendî faşîzm hene, rêbazê qirkirinêîroj çi hene di pêşengtiya dewleta Tirk de tê meşandin. Konsepta dewleta Tirk ne tenê li dijî gelê Bakur dike li dijî Kurdistanê teviye, qirkin îroj ji bo hemû perçeyên Kurdistanê di meriyetê de ye.Konsepta îroj di meriyetê de ye nahêle hêz û vîna civakê derkeve holê. Ji ber ku faşîzm heye şerê taybet heye û ew jî kengî dilê wî dixwaze dibêje edalet heye û wekhevî heye. Lê belê ne wekhevî ne heq û ne hiqûq di civaka Tirkiyê de heye, dewleta Tirk tev binpê kiriye.’’

XETA SÊYEMÎN LI ROJHILATA NAVÎN ÇARESERIYÊ TÎNE

Endama Koordinasyona KJK’ê Zêrin Rûken ji bo qeyrana heremê bê çareser kirin girîngiya xeta sêyemin wisa vedibêje;‘‘Xeta sêyemîn çareseriyek demoktatîke bi hemû vîna civakê bi hemû pêkhateya civakê bi siyaseta  demoktatîk ve çareseriya xwe pêk bînin, bi riya polîtîkayê tev di nava karê civakê de bin, bi hemû rêkên polîtîka yê herkes di nava hewldanê de bin, vîna civakê nîşan dide.Di Tirkiyê de em nikarin bêjin polîtîkaya civakê heye. Plîtîkayekî faşîzan heye, ya qirkirinê heye, polîtîkayeke li hember jinan heye. Ji bo wê jî faşîzim ji xeta sêyem re rê venake.Ji bo ku em siyaseta demokratîk tevahî civakê têxin meriyetê hêza civakê tev bikeve meriyetê ,pêwîste riya çareseriyê were esas girtin, ew jî serok APO nîşan da ji bo wê jî pêwîste hemû civak vê guhdar bikin. Ta niha di civaka Tirkiyê de ji bo siyaseta demokratîk rê venekiriye tenê siyaseta deshilatdarî heye. Xeta sêyemîn ji bo tevahî Rojhilata Navîn e û pêwîste ev xeta sêyemîn wek hêzeke çareseriyê wek hêzeke gelan derkeve pêşiyê. Rêber APO jî vê dibêje hêza gelan di Rojhilata Navîn de li hemberî wê hêzeke deshiladariyê heye. Pêwîste xeta çareseriyê xeta sêyemîn xeta tevahî pêhateyên civakê derkeve pêş wê hêza deshiladariyê paşve biçe. Ji bo wê jî hêzên deshilatdar nahêlin deng û rengê xeta sêyemîn bi pêş bikeve. Pêwîste em vî milî xurt bikin yanî di pêşengtiya tevgera me de û ya gelê me de xeta sêyemîn ya çareseriyê ye.Şer û aloziya di Rojhilata Navîn de heye encax fikrê Rêber APO çareser bike encax xeta sêyemîn vî şerî bi dawî bike û aloziyêçareser bike.Ji siyaseta demokratîk re pêwistî heye ji ber  ku siyaseya demokratîk ya civakî ye. Siyaseta demokratîk jî pêwîste bi nerînên jinê bi helwestên jinê pêş bikeve. Tiştê ku pêwîste bal bê kişandin li ser ewe ku kî xwe nespêrê siyaseta jinêû hêza jinê ewê winda bike.Dewleta Tirk ya faşîs di şexsê Erdogan de xwe naspêre siyaseta jinê, qirkirina jinê deha zêdetir tê meşandin.Raste çavkaniya xwe ji vê ye ji bo wê jî lazime siyaseta demokratîk derkeve li hember wê.  Ji bo xeta sêyemîn Rêber APO ne îroj dibêje her gotiye û her dibêje. Hêza me her demê hêza çareseriyê ye. AKP ji bo ku di hilbijartinan de xwe bi ser bixîne çû bin lingê rêber APO.’’

HELMET PÊŞENG Û ŞOREŞGERÊ KURDAN BÛ

Endama Koordinasyona KJK’ê Rûken êrîşa dewleta Tirk ya ku di 5’ê Tîrmehê deEndamê Konseya Serokatiya Giştîa KCK’ê Diyar Xerib(Helmet) bi 2 hevalên xwe re jiyana xwe ji dest dabûn wisa tîne ziman;‘‘Di serî de ez komkujiya ku li ser alîkarê Rêbertiya me şehîd Helmet hat bi helwestekî mezin bi bîr tînim li beramberîşehîdan bejna xwe ditewînim, soza me ye ku emê tola şehîd Helmet hilînin. Tol rakirina şehîdan ewê bi siyasîû birdozî be û bi çalakî be û bi Kurdistanek azad be, bi Rojhilatek navînî azad be.Bêguman heval Helmet hedef girtin û wî hilbijartin ji bo vê şehadete wî ne tesadif bû, ji bo wê jî bila hevkarên komkujiyêû dewleta Tirkiyê jî baş bizanibe, tola heval Helmet emê bi azadiya Kurdistanêû azadiya Rêber APO û azadiya Rojhilata Navîn emê bigrin.Tiştê ku îroj dewleta Tirk bi nav dike (‘Operasyona Pençe’) ew tev planên girêdayîçong danîna ne ûîroj berdewame û dixwaze êdî bi encam bibe. Bi navê dibêje ez bi hêzim, ezê te bigrim, destê min di piştiyê te ye,  ezê te bigrim lê belê wê dewleta Tirk bi xwe bikeve vê pençê de. Ji ber ku tengav bûye, ji bo ku deshiladariya xwe li ser lingan bigre her rêbazê hovana pêk tîne. Bila baş bizanibe çiqas vê dike ewqas jî dijbertiya xwe ava dike. Bê guman dewleta Tirk bi operasyonên xwe yên li ser Kurdistanê li gora xwe ava dike. Helwestê Gelê Kurdistanê helwestê jinan tê vê wateyê. Ji bo wê jî dewleta Tirkiyê riya xwe xilaskirinê qet nikare bibîne. Hikumeta Başûrê Kurdistanê li ser axa başûr bost bi bost derî vekiriye ji bo dagirkeriya dewleta Tirk. Beşek pir mezin ji MÎT’ê ya dewleta Tirk xwe li Başûrê Kurdistanê bi cih kiriye. Rêveberiya Başûrê Kurdistanê ji dagirkeriya li ser Başûr nabêje were deriyê xwe ta dawî jêre vekiriye. Wekî ku bêje hertişt rewa ye tu dikarî her tiştî bikî. Mixabin lêçiqas ji dagirkeriya Tirkan re rê were vekirin ewqas destkeftiyên Kurdan deskeftiyên Başûrê Kurdistanê têk diçe. Yê ku destkeftiyên Kurdan dibparêzin di serî de tevgera me ye. Gerîlayên Kurdistanê ye. dewleta Tirk li dijî tevahî Kurdistanê ye, dema ku referanduma Başûrê Kurdistanêçêbû dema Kerkuk heman tişt bû. Tirkiyê dixwaze ku Kurd li herçar perçeyan nebin xwedî statû. Yanî Rêveberiya Başûr deshilatdariya xwe di vê astê de îroj li ser piya bigre negre çi xeme.’’

DIVÊ LI HEMBERÎ DAGIRKERIYÊ YEKITIYA JINAN Û CIWANAN HEBE

Endama Koordinasyona KJK’ê Zêrîn Rûken dagirkirin û Pilana li ser Başurê Kurdistanê bi berfireh nirxandin u dewam kir; ‘‘Axa Başur bihost bi bihost hatiye dagir kirin. Dema ku em dibêjin bost bi bost dagirkerî, tê wateya bi tacîz û tecawiz dagir dike. Gelo mirov çawa dikare çavên xwe ji tecawizê re bigrin, çawa em çavên xwe ji tundîtiyê re bigrin, çawa emê çavên xwe ji qirkirinê re bigrin. Mesele ne PKK ye, mesele tevahî destkeftiyên Kurdistanê ye. Pêwîste herkes çavên xwe veke û bibîne. Yê ku rê ji vê dagirkeriyê re vedike hikumeta Başûre, rê ji vê re vedike. Bila kes xwe nexapîne,konsept ne li ser PKK’ê ye, li ser tevahî gelên Kurdistanê ye. Çareserî di yekîtiya Kurdan de ye. Dewleta Tirk dixwaze şerê Kurd û Tirkan kur bike, dixwaze Kurdan ji holê rake, Kurdên azad ji holê rake. Kurdê kole, kurdê ku jêre bejna xwe bitewîne, dixwaze Kurdek wisa ava bike. Kurdek bêstatû, kurdek li azadiya xwe nagere yanî Kurdek heye lê tune ye. Ji bo wê jî pêwîste hemû partiyên Kurdistanê saziyên Kurdistanê li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk helwestên xwe diyar bikin,xurtir bikin û bikin yek. Çareserî bi yekîtiya Kurdan de ye. Helwest hene lê belê lewazin. Yanî ta yekîtî ava nebe wê dagirkerî berdewam bike. Di serî de jî jinên Kurd pêwîste dengê xwe rakin li himber dagirkeriyêbisekinin. Tola pêşengê Başûrê KurdistanêŞehîd Helmet tola wîgeloemêçawa bistînin? Pêwîste jinên Başûrê Kurdistanê, gelê Kurdistanêhelwesta xwe li hember vê nîşan bidin.

Gelê me yê li Mexmûr bi helwestek bi rûmet e, bi nirxê xwe ve girêdayî,gelekî welat parêz e, heya dawiyê bi çanda xwe re, bi paradîgma Rêberê xwe re, bi Rêberê xwe ve girêdayî ye. Kî dixwaze sîstema ku Rêber APO xwest li Mexmûrê ava bike. Ez êrîşa li ser Mexmûr çêbû şermezar dikim û pêwîste gelê me li her derê Wargeha Mexmûr xwedî derkeve. Di serî de jî jin pêwîste  sekna xwe ya li hember dagirkeriyê raber bike.

Daxuiyaniya heval Helmet ew bû. azadkirina Başûrê Kurdistanê, azadkirinaçar parçeyênKurdistanê  bû. Hewldanê heval Helmet ew bû ku yekîtiyekê di nav Kurdan de ava bike. Rast e, ji xwe herî dawî jî heval Helmet li ser vî karî bû. Pêwîste em vê komkujiya bi hevkarên dewleta Tirkiyê re yê ku kirine, em baş bixwînin. Heval Helmet ji bo yekîtiya Kurdan li Başûrê Kurdistanê ava bike û dagirkeriya li ser Kurdan red bike di nava hewldayînê de bû.’’

KURD DIKARIN ALOZIYA SÛRIYÊ ÇARESER BIKIN

Endama Koordinasyona KJK’ê Rûken salvegera şoreşa rojava nirxand û talekeyên ku hene wiha destnişan dike;‘‘Niha di serî de dixwazim vê bêjim. Di salvegera 8’an de şoreşa Rojava bi dilekî germ silav dikim. Şoreşa rojava şoreşa jinan e. Şoreşa gelan e. Di heman wextê de şoreşekî gerdunî ye. Ev şoreş di vê astê de tê meşandin. Di vê şoreşê de kesên ku keda xwe dan û bi hezaran şehîdên xwe hene. Gelê Kurd û Gelên Surî ye. Bi hezaran şehîdên xwe çêbun, ez bejna xwe li hember wan ditewînim. Ez carek din şoreşa jinê silav dikim. Tevahî cihan hêzekî pir mezin û îlhamekî pir mezin ji şoreşa rojava digre. Ev şoreşji bo gelan ji bo jinan buye heviyekî pir mezin. Di şoreşa Rojava de jin ji civakê re pêşeng in. Ji Rojhilata Navîn re modelekî serekeye û gav bi gav mezin dibe. Li Bakur-Rojhilatê Surî ku aloziyên cidî hene, xeteriyên cidî hene. Projeya ku li Surî pêktê xeta sêyemîn ya Rêber Apo ye. Hemî gelên  cihanê, yekitiya xwe pêşeroja xwe azadiya xwe di vê projeye de dibinîn. Di vê şoreşê de mirov dikare bibêje, xeta netewa demokratik, xeta moderniteya demokratik,  gav bi gav mezin dibe. Li ser Rojhlatê Surî hîna gefên dewleta Tirk hene. Ev çend rojin gefên dewleta Tirk disa tê dubare kirin. Kurdan Efrîn jibîr nekiriye. Kurd dibêjin; çi dibe bila bibe emê destkeftiyên xwe biparêzin. Kurd ber bi statuya xwe ve diçe. Li Surî yên ku derbeya mezin li terora DAÎŞ’ê xistin şervanên YPG-YPJ’ê bûn. Di her parçeyên Kurdistanê de Kurd xwedî ronakbîriyê ne. Tişta ku dewleta Tirk dixwaze pêknayê, ev ne mimkune. Li ti deveran dagirkerî û gefên artêşa Tirk nayên qebul kirin. Di rastiyê de ji bo demokratikkirina Suriyê, Quwetên Suriya Demokratik hêza çareseriyê ye.Ji bo Rojavayê Kurdistanê, ji bo Sûriyê Serok APO di hevdîtinên xwe de ji bo çareseriyekî destûra bingehîn çareseriya pir berfireh danî û ji bo çar perçeyên Kurdistan jî danî.’’

AZADIYA JINÊ GUHERANDINA TEVAHÎ CIVAKÊ YE

Endama Koordinasyona KJK’ê Zêrîn Rûken di dawiya axaftina xwe de li ser pêngava "Ji bo bo guhertin û azadiyê tu  jî rabe ser lingan" wiha axivî:

‘’Ji bo wê jî di çeperê jinan de jî kampaniyeke wisa despê kirin dibe bersiva vê çareseriyê. Pêwîste em vê hemlê mezin bikin û ji bo çareseriya Rojhilata Navîn jî, ji bo tevahî sîstemên di cîhanê de tên jiyîn, modernîteya kapîtalist ku li hember wê modernîteya demokratîk bi pêşengtiya jinan, em pêşve bibin û bi vê kampanyê jin helwestê xwe zêdetir bi hêz bikin. Ji bo vê, destpêkirina vê hemleyê girîng e û bi mane ye.

Pirsgirêka jinê pirsgirêkek civakî ye, aloziya tevahî cîhan û Rojhilata Navîn jî tê dijî di vê pirsgirêkê de kilît bûye. Ji bo wê jî li hember jinê tundîtiyek û qirkirinek pir mezin heye, li himber civakê qirkirin heye û bi giştî qirkirin di meriyetê de ye. Jin di asta cîhanê de dest bi xwerêxistiniyê kiriye. Em dikarin bibêjin hişyariyek pir mezin heye. Jin qirkirin û tecawiz, tacîzê qebûl nake, cinsiyetparêztiyê qebûl nake, nijadperestiyê, olperestiyê qebûl nake, olperestî qebûl nake û hwd... li himber qirkirinê jin helwesta xwe nîşan dide. Ji ber ku di civakekê de ger jin azad nebe ew civak jî azad nabe. Pîvananên civakan di azad bûna jinê de derbas dibe. Ji bo wê jî Rêber APO di hevdîtinên xwe yên dawiyê de û beriya wê jî vê tîne ziman ku kuştina jinekêpêwîste hun wek kuştina xwe bibînin. Her zarokek piçûk bibe bûk pêwîste bibe sedemê deh şoreşan.Li Bakurê Kurdistanê û him li Ewropayê kampaniyek dest pê kir(ji bo guhertin û azadiya xwe tu jî rabe ser piya) ev wek pêngav ger em binirxînin, pêngavek ereni ye, em siylav dikin. Kampaniyek ku pêwîste mirov di vê demê de pêş bixîne li himber qirkirinê pir di cih de ye û pir bi wateye.  Ji bo wê jî em  tevgera jinê em kampanyayê silav dikin. Lê pêwîste zêdetir berfireh bibe. Pêwîste ev serdem bibe serdema jinê, sedsala 21’ê sed sala jina ye. Jin jî bi helwesta xwe ve dixwazin dema xwe diyar bikin. Bi van kampaniyan, bi bageran helwesta xwe li himber vê serdemê nîşan didin. Naveroka vê serdemê bi birdoziya jinê emê hemû cîhanê azad bikin, emê jinê azad bikin. Tundîtiya ku li hember jinêtê meşandin tecawiza ku li himber jinêû civakê tê meşandin bi van kampanya dikarin werin rawestandin.Êdî li himber jinê bê hurmetî, zêdetir hemû rizandin û şikandin di şexsê jinê de tê nirxandinû dixwazrin di şexsê wê de jî têk bibin. Ji bo wê jî, yê xwe nespêre jinê jî di heman deman de li beramberî windahiyê rû bi rû dimîne.Rêber APO di perspektîfên xwe de, di pareznameyên xwe de bi hevdîtinên xwe de li ser jina azad pir rawestiya. Li ser pisgirêkên civakê pir rawestiya, li ser xepatên xwe yê jinê de pir pir rawestiya. Ji bo wê jî em tevgera jinê dibêjin; kampaniyak bi vî rengî pir watedare û pir stratijîke û di vê demê de li hemberî dagirkeriyê li hember faşîzma reş ketiye meriyetê de.Pêwîste hemû civak tevlî vê kampaniya bibe. Rast e bi pêşengtiya jinan e lê pêwîste jin û xort jî her kes jî tevlî bibin. Ji ber ku êrîşên li ser jinê tên meşandin êrîşa li ser civakê ye, li ser zarok û ciwana ye, li ser xwezayê ye û li ser her tiştê ye. Ji bo wê jî pêwîste her kes cihê xwe di vê kampaniya de bigre. Di civakekê de ger te li ser jinekê tundîû tecawiz ferz kir ew dem rûmeta civakê namîne. Îroj di cîhanê de sîstemek heye ji azadiya jinê ditirse. Li hember vê sîstemê pêwîste em azadiya jinê zêdetir bixwazin û ji bo wê tê bikoşin û em bi civakî bikin, bi çalakiyên xwe ve û bi her şwazê jiyanê ve em hêz bidin vê kampaniya civakê. Wê ev kampaniya bibe bersivekî herî mezin li hemberî faşîzmê em careke din silav dikin’’