Rejîma Îranê plan dike ku Penahî piştî Remezanê darve bike!

Hate ragihandin ku rejîma Îranê wê girtiyê siyasî yê Kurd Ramîn Hisên Penahî piştî Cejna Remezayê bêyî agadarkirina malbat û parêzeran wê bi dar ve bike.

Kampanya Parastina Mafê Girtiyan kir ku bêdengî îhtimala darvekirina girtiyê siyasî yê Kurd Ramîn Hisên Penahî hîn zêdetir dibe.

Kampanya Parastina Mafê Girtiyan  daxuyaniyeke nivîskî weşand û wiha got; “Berpirsên ji dosyaya Ramîn Hisên Penahî ji bo pêkanîna cezayê wî dilezînin. Dosyaya wî beriya ku  bişînin şaxa Sine ya Dadgeha Şoreş ji bo erêkirinê, şandine encûmena Asayişa Netewî û li wir hatiye pejirandin.

Berpirsên îstixbarata hikûmeta Îranê li Kurdistanê ji rêveberên Girtîgeha Sine re gotine ku cezayê Ramîn Hisên Penahî dibe piştî Cejna Remezanê, bê agahdarkirina malbat û parêzer were bicihkirin. Her wiha beriya darvekirinê bi saetek wê ji girtîgehê bibin cihê darvekirinê, ji bo agahiya darvekirina wî piştî hate darvekirin belav bibe.

Armanca ji van kiryaran ew e ku pêşî li xwepêşandan û çalakiyên Kurdan û gelên Îranê yên bigirin.’’

Hêjayî gotinê ye ku beriya di 19’ê Gulanê  rayedarên Girtîgeha Sine ji malbata wî re gotibûn ku wê kurê wan piştî Cejna Remezanê wê were darvekirin.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî jî ragihand ku bi saya hewldanên parêzvanî û zexta raya giştî, rîska darvekirina Ramîn Hisên Penahî niha nîne. Lê ji bo biryara darvekirinê û hukmê hatiye dayin bi temamî ji holê rabe, ji kerema xwe bikevin nava liv û tevgerê û bangên xwe yên ji bo otorîteyên Îranî bidomînin."

Girtiyê siyasî yê Kurd Ramîn Hisên Penahî jî cezayê darvekirinê lê hatiye birîn. Ramîn havîna par li bi birîndarî kete destê hêzên rejîma Îranê û bi mehan li Girtîgeha Îtlaatê hate êşkencekirin. Piştre şandin dadgehê û cezayê darvekirinê lê hate birîn.