KNK'ê ji bo girtiyê Kurd Penahî bang kir

KNK'ê ji bo girtiyê Kurd Ramîn Huseyn Penahî ku rejîma Îranê cezayê darvekirinê lê birî ye, bang kir.

Desteya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) daxuyaniyeke nivîskî weşand û ji rejîma Îranê xwest ku cezayê darvekirinê biqedîne.

Li ser rewşa Ramîn Huseyn Penahî KNK'ê got, "Roja 23'ê Hezîrana 2017'an, sê şervanên azadiyê Sebah Huseyn Penahî, Hamid Seyf û Behzad Nûrî ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatin kuştin û cenazeyên wan radestî malbatan nehatin kirin. Ramîn Huseyn Penahî jî bi birîndarî dîl hate girtin. Demekê agahî jê nedihat girtin. Piştre eşkere bû ku rejîma Îranê êşkence û zexteke giran lê dike.

Rejîma dîktator a li Îranê ku 40 sal in didome, zext, zordarî û dagirkeriyê li ser Kurdistanê ferz dike. Bi cezayê darvekirinê re kiryarên xwe yên li dijî mirovahiyê didomîne û cenazeyan jî nade malbatan.

Li zindanên Îranê îro herî zêde Kurd hene ku parêzvanên mafên mirovan e. Raya giştî ya cîhanê baş bi vê rastiyê zane.

25'ê Sibata 2018'an cezayê darvekirinê li Ramîn Huseyn Penahî hate birîn. Divê rejîma Îranê tavilê dawî li zext û zilma xwe bîne. Ji bo pêşî li darvekirina girtiyên siyasî yên li Îranê were girtin divê her kes dengê xwe bilind bike û çalakiyan li dar bixe."