Zekî Îrmez: Ekolojiya Botanê bi rêk û pêk tê talankirin
Parlamenterê DEM Partiyê Zekî Îrmez bal kişand ser talankirina xwezayê ya herêma Botanê ku ji sala 2018'an û vir ve dewam dike û ev pêvajo weke qirkirina ekolojiyê pênase kir.
Parlamenterê DEM Partiyê Zekî Îrmez bal kişand ser talankirina xwezayê ya herêma Botanê ku ji sala 2018'an û vir ve dewam dike û ev pêvajo weke qirkirina ekolojiyê pênase kir.
Li herêma Botanê talankirina xwezayê salên dawî gelekî zêde bûye. Projeyên bendavê, çêkirina rê ji bo armancên leşkerî, lêgerîna li petrolê, rêze qedexeyên bi hinceta ewlekariyê li herêmê qadên jiyanê hem talan dike hem jî dike ku mirov ji cih û warê xwe bimînin.
Parlamenterê Şirnexê yê DEM Partiyê Zekî Îrmez êrîşên pir alî yên li ser herêmê weke 'Polîtîkaya qirkirina jiyan û xwezayê ya bi rêk û pêk a bi destê herêmê' pênase kir.
'EV POLÎTÎKA NÛ NÎNE, DEWAMA KEVNEŞOPIYEKE JI SED SALÎ YE'
Îrmez anî ziman ku talankirina xwezayê ya li Botanê nû nîne, dewama polîtîkayên ewlekarîperest ên kevneşop ên dewletê li ser erdnîgariya Kurdistanê ye.
Îrmez got, "Ev yek berhemek ji aqlê dewletê yê sedsalî ye" û diyar kir ku di salên 1990'î de ji şewitandina gundan heta bi şewitandina darizandin, gelek kiryaran hem zerar da jiyana gelê Botanê hem jî cografyaya wê.
PIŞTÎ SALA 2018'AN HÎN BÊHTIR DAR HATIN BIRÎN
Parlamenter Îrmez ragihand ku piştî sala 2018'an ev polîtîka hîn bêhtir bi rêk û pêk bû û got, "Hema bibeje li her devera herêma Botanê dar têne birîn. Li gorî karên hatine kirin, ji sedî 10 ê daristanan hatine tinekirin û birîna daran hîn jî dewam dike.
Bi taybetî li herêmên Besta, Gabar, Belega, Silopiya û Elkê li qadên Melesa û Hemkayê birîna daran zêde bûye."
BEND, BENDAV Û GUNDÊN HATIN VALAKIRIN
Îrmez diyar kir ku heft bendên bi hinceta ewlekariyê li xeta Qilabanê hatine avakirin, bûne sedem ku gundên li derdorê bêne valakirin û qadên daristanî bêne tinekirin.
Îrmez ragihand ku ev bendên ku av lê kom dibe hem sîstema ekolojiyê xera dikin hem jî gel ji cih û warê wan dike. Parlamenterê DEM Partiyê anî ziman ku li van herêman ku gundên dîrokî yên weke Hîsar û Çaglayan ên Cizîrê lê ne, ji ber înşaeta Bendava Cizîrê salên dûr û dirêj e dar têne birîn.
'DI BIN NAVÊ CIWANKIRINÊ DE DAR HEMÛ TÊNE BIRÎN'
Îrmez nerazîbûn nîşanî daxuyaniya Midûriyeta Bajêr a Daristanan da ku birîna daran weke 'karekî ciwankirinê' pênase kir û got, li gorî çavdêriyan ne tenê darên kevn, her wiha darên ciwan jî hatine birîn.
'DI BIRÎNA DARAN DE TÊKILIYÊN RANTÊ JÎ BI BANDOR E'
Îrmez anî ziman ku birîna daran ne tenê ji bo ewlekariyê her wiha bi armanca rantê jî tê kirin û got, "Ji Midûriyeta Daristanê ya Bajêr heta bi keyayên mohra xwe danîne binê peymanên birîna daran, heta bi hin rayedarên leşkerî û şîrketên taşeron, xelekeke ji rantê heye. Ev îdîa gelekî cidî ye û lêkolînên me yên li ser vê yekê dewam dikin."
LI GABARÊ PETROL Û LI BOTANÊ QEDEXE
Parlamenter Îrmez ragihand ku lêgerîna li petrolê ya li Çiyayê Gabarê ku ji sala 2021'ê û pê ve destpê kir bû sedema hilweşîneke mezin a hawirdorê û got, şîrketan qadên daristanê bi rengekî bêperwa talan kirin.
Îrmez diyar kir ku qedexeyên 15 rojan carekê ji aliyê walîtiyê ve têne nûkirin jî li pêşiya gundiyan asteng e ku bigihêjin gund, bax, baxçe û çavkaniyên xwe yên avê.
'XELKÊ ŞIRNEXÊ NERAZÎ IYE, LÊ BELÊ DIVÊ DENGÊ WAN ZÊDE BIBE'
Zekî Îrmez diyar kir ku gel li hemberî birîna daran û talankirina xwezayê gelekî bi hêrs e, lê belê ev nerazîbûn divê veguhere çalakiyan û got, "Ev yek ne tenê meseleya xelkê Şirnexê ye; ji çar aliyên Tirkiyeyê divê rêxistinên hawirdorparêz, tevgerên ekolojiyê, mirovên bi berpirsyarî radibin dengê xwe tevlî vî dengî bikin. Ji ber ku eger bi vî rengî dewam bike wê li Botanê dar nemîne. Sîstema me ya ekolojîk, qadên me yên jiyanê û dîroka me tê tinekirin.