NY ji bo Penahî bangî Îranê kir: Darvekirinê rawestîne!

Raportora Taybet yê NY Agnes Callamard bangî Îranê kir ku cezayê darvekirinê yê ku li girtiyê siyasî yê Kurd Ramîn Hisên Penahî rawestîne.

Raportora Taybet yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Agnes Callamard bi daxuyniyeke nivîskî ji bo girtiyê siyasî yê Kurd Rahîn Hisên Penahî ku biryar hatibû dayîn roja Pêncşemê were bidarvekirin, banga rawestandina darvekirinê li Îranê kir.

Callamard diyar kir ku divê biryara darvekirina Penahî were rawestandin û wiha got; “Ev cezayê ku li Penahî hatiye birîn divê demildest were rawestandin.”

Callamard ragihand ku li gorî Pisporên Mafên Mirovan yê Netewên Yekbûyî Penahî bi awayekî adil nehatiye darizandin, Penahî di dema destgîrkirinê de hatiye êşkencekirin û wiha got; “Berpirsan, beriya niha daxuyaniyên NY ji nedîtive hatin û Penahî bi awayekî bê adilane darizandin û cezayê darvekirinê lê birîn.”

Callamard bêhiqûqiya ku dema girtin û darizandinê de ya li Penahî bi bîr xist û got divê Îran vê biryara darvekirinê rawestîne.