Rêber Apo: Cejna Qurbanê ya bê qurbanî li gelê me pîroz dikim

Omer Ocalan ku li Îmraliyê hevdîtin kir, peyama Rêber Apo ya Cejna Qurbanê parve kir: "Ez Cejna Qurbanê ya bê qurbanî li gelê me pîroz dikim. Silavan ji gelê xwe re dişînim."

RÊBER APO

Biraziyê Rêber Apo û Parlamenterê Rihayê Omer Ocalan têkildarî hevdîtina li Îmraliyê, li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal ev peyam parve kir:

"Me bi wesîleya Cejna Qurbanê bi Birêz Abdullah Ocalan re weke malbata wî hevdîtinek kir. Baweriya me mezin bûye ku pêvajoya bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk rê li ber siyaseteke nû, rêxistinbûyîneke nû û afirandina wateyeke nû veke. Di vê demê de ku pêşketinên girîng û dîrokî rû didin, ez peyama Birêz Abdullah Ocalan a ji bo cejnê pêşkêşî raya giştî dikim. "Ez Cejna Qurbanê ya bê qurbanî li gelê me pîroz dikim. Silavan ji gelê xwe re dişînim."