Ranger a polîsên Tirk li wesayitekê qelibî, kesek birîndar bû

Li taxa 500 Evler a Amedê, wesayiteke bi tîpa Ranger a polîsekî, ji ber ku gelekî zû diçû li wesayiteke din ket ku malbatek ji 4 kesî tê de bû. Di bûyerê de kesek ji serê xwe birîndar bû.

Polîs û leşkerên Tirk ên li Kurdistanê bi wesayitên xwe, bi maşînên zirxî yên bi tîpa akrep û yên mîna wan, bi zanebûn zû diajon û bi vî rengî dibin sedema mirina gelek welatiyan. Heta niha li Licê, Silopiya, Cizîr, Amedê û gelek bajarên din ên Kurdistanê bûyerên bi vî rengî qewimîne. Ji bûyereke berî du rojan li Amedê qewimî, careke din eşkere bû ku ev yek polîtîkayeke dewletê ye.

LI NAVA KOLANAN GELEKÎ ZÛ AJOT

Wesayiteke bi tîpa Ranger a polîsê Tirk li nava kolanên taxa 500 Evler a Amedê ji ber ku gelekî zû ajot, li wesayiteke sivîl a ku 4 kesên ji malbatekê tê de bûn, qelibî. Di bûyerê de kesek birîndar bû. Ji dîmenê kamera ewlekariyê jî bi zelalî tê dîtin bê bûyer çawa qewimiye.

KESEK JI SERÊ XWE BIRÎNDAR BÛ

Wesayita polîsan a bi tîpa Ranger li kolana teng gelekî zû ajot û dema gihîşt xaçerêyê, li şûna ku leza xw ekêm bike, heman lezê li wesayiteke din a ji aliyê çepê ve dihat xist. Di bûyerê de extiyarekî di wesayitê de ji serê xwe birîndar bû. Ferdên din ên malbatê jî bi sivikî birîndar bûn.