PJAK’ê şehîd Kemal Pênciwênî û Sidîq Salyawayî bi bîr anîn

Komîteya Şehîdan a PJAK’ê bi boneya 8’emîn salvegera şehadeta Kemal Pênciwênî û Sidîq Salyawayî daxuyaniyek da û da xuyakirin ku ew ê daxwaz û armancên wan ên ji bo azadiyê pêk bînin.

Di 13’ê Nîsana 2016’an de Kemal Pênciwênî û Sidîq Salyawayî ji hêla nokerên dewleta Îranê ve li Pênciwênê hatin şehîdkirin. PJAK’ê bi boneya şehîdbûna wan daxuyaniyek belav kir û ragihand ku ew ê rêya şehîdan bidomînin.

Daxuyaniya omîteya Şehîdan a Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) wiha ye:

“Em ê daxwaz û armancên şehîd Kemal Pênciwênî û Sidîq Salyawayî pêk bînin.

Di 8’emîn salvegera şehîdbûna hevalên me Kemal Pênciwênî û Sidîq Salyawayî de ku li ser destên nokerên rejîma Îranê di 13’ê Nîsana 2016’an de hatin şehîdkirin, Komîteya Şehîdan a Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê wan bi bîr tîne. PJAK dê her dem rêya şehîdên tevgera azadîxwaziyê bidomîne.

Şehîd Kemal Pênciwênî bi îrade û baweriya xwe ya xurt girêdayî têkoşîna gelê xwe bû û fikir û felsefeya Rêber Apo ya azadîxwaz pir baş hîn bûbû. Pişta xwe bi hêza têkoşîna xwe girê dabû û karîbû ji Rêber Apo û gelê Kurd têgihîştineke rast bi dest bixe û di rêya azadiya gel de xwe ji tu fedakariyekê nedida paş. Heval Kemal bi fikir û ruh û gotin û kirinên xwe di têkoşîna xwe de gihîştibû baweriyeke şoreşgerane. Ji ber vê yekê bi awayekî xurt li her çar beşên Kurdistanê baweriya wî bi têkoşîna azadîxwazane hebû. Wî bi naskirina tevgera Apoyî û bi kûrbûna pêwîst li ser tevgera Apoyî rêveçûna jiyana xwe guhart û bi cesaret û îrade û fedakariyê gelek zehmetî kişandin û xizmetên mezin ji gelê xwe re kirin. Wî tirs ji gefên dijmin û nokerên wan tune bû û bi armanca pêşvebirin û pêkanîna yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd ji her demê zêdetir têkoşîn dikir.

Heval Kemal li gel heval Sidîq Salyawayî li navçeya Pênciwênê bûn remza têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û bêyî tu bendewariyekê û bê navber çalakî pêk anîn. Dijmin ku nekarî xwe li ber vê rewşê ragire, bi rêya komployê ew şehîd kirin. Her du hevalên me bi rastbêjî û dirustî girêdayî têkoşîna PJAK’ê bûn û hezkirina wan a ji bo azadiya gel rênîşandera têkoşîna wan bû.

Îro jî dijminên gelê me ji her demê zêdetir li başûrê Kurdistanê tevgerên xwe yên terorîstî didomînin û bi armanca jenosîd û qirkirina gelê me êrişên xwe zêdetir kirine. Lewma hewlên Îran û Tirkiyeyê yên ji bo qetilkirin û şehîdkirina çalakvanên azadîxwaz û welatparêz nîşaneya wê yekê ye ku tehemulî yekîtiya gelê Kurd nakin. Îro morala gelê me û ya azadîxwaz û çalakvanan gihîştiye lûtkeyê û li hember siyaseta komkujiyê ya dijminan ji her demê zêdetir li ber xwe didin.

Komîteya Şehîdan a Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) di heştemîn salvegera şehîdbûna hevalên me Kemal Pênciwênî û Sidîq Salyawayî de bi girêdayîbûna xurt a bi rê û têkoşîna wan, wan bi bîr tîne. Em sond dixwin ku partiya me dê bi armanca pêkanîna daxwazên wan ên azadîxwaz nehêle ku ked û westana wan a bêdawî tune biçe û em ê heta azadiya yekcarî ya gelê Kurd têkoşînê pêşve bibin. Bê guman îro di encama berfirehbûna têkoşîna gelê me de ya li ser rêya şehîdan, rejîma faşîst şermezartir bûye û PJAK bi pêkanîna azadiya gelê me dê tola xwîna heval Kemal Pênciwênî û Sidîq Salyawayî û ya hemû şehîdan hilîne. Her du şehîdên me remza têkoşîna gelekî ne. Hêviya me ew e ku gelê me bi taybetî azadîxwaz û welatparêz ji bo domandina rêya van şehîdan zêdetir hewl bidin û em di wê baweriyê de ne ku bi hevgirtina gelê me, em dikarin plan û gefên dijmin bi awayekî bihêz pûç bikin.”