Pirtûka bi navê “Diyar Xerîb, manîfestoya kesayetiya azad û şoreşgerê Kurdistanê” ku wek 5 cildan (2800 rûpel) ji aliyê Rewşenbîr û Siyasetmedar Hesen Cûdî ve hatî amadekirin hatiye çapkirin.
Di wan 5 cildan de behsa jiyana Diyar Xerîb û têkoşîna wî tê kirin. Her wiha cih ji hemû hevpeyvîn û nivîsên ku wî bi xwe amadekirinî hatiye dayîn. Her wiha di dawiya cilda yekem a pirtûkê de jî wêneyên rengîn ên Diyar Xerîb (Helmet) hatine bi cihkirin.
Hêjayê gotinê ye ku wê ji bo cara yekem ev pirtûk di pîrozbahiya Newroza îsal ya Qendîlê were pêşkêşkirin.