Ozdemîr: Berpirsê komkujiya Roboskî dewlet e, lewma divê dewlet were darizandin

Alîkarê Serokatiya Baroya Amedê Mehdî Ozdemîr destnîşan kir ku berpirsê Komkujiya Roboskî dewleta Tirk e û got: “Yê ku divê were darizandin jî, dewlet bi xwe ye.”

Balafirên şer ên artêşa Tirk 28’ê Kanûna 2011’an êrîşî gundê Roboskî yê girêdayî navçeya Qileban a Şirnexê kir. di vê êrîşê de 19 jê zarok 34 kes hatin qetilkirin. 12 sal li ser komkujiyê re derbas bû. Di vî demî de yek ji kujeran jî nehatiye darizandin. Ji ber ku parêzeran belgeyên kêm dereng radest kirin, Dadgeha Mavên Mirovan a Ewropayê (DMME) 17’ê Gulana 2018’an doz red kir.

Alîkarê Serokatiya Baroya Amedê Mehdî Ozdemîr têkildarî Komkujiya Roboskî ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku ew di pêvajoyeke welê de dijîn ku edalet nayê bicihanîn.

Ozdemîr destnîşan kir ku tevî ku 12 sal li ser komkujiyê re derbas bûne jî, berpirs nayên darizandin û ragihand ku berpirsê vê komkujiyê dewlet bi xwe ye, lewma divê dewlet were darizandin.

Ozdemîr îşaret bi polîtîkaya dewletê kir û wiha got: “Sala 1925’an ji Serhildana Şêx Seîd heta Seyîd Riza, ji Seyîd Riza heta windahiyên bi zorê ya 1990’an û ji Komkujiya Mereşê heta Roboskiyê ev pêvajo di encama pêkanînên polîtîk ên dewletê de qewimî ye. Tundî li ser erdnîgariya Kurdistanê bi sîstematîk tê pêkanîn. Divê kujer li ber hiqûqê bên darizandin û cezakirin. Divê sosya lêpirsînê ya hatî girtin, ji nû ve were vekirin û kujer bên tespîtkirin. Divê pêvajoyeke darizandinê were pêkanîn ku rayedarên payebilind ên dewletê ku biryara vê bombebaranê dane û kesên ku ev yek pêk anîn, bên cezakirin.”