OGÎ: Li Tirkiyeyê 152 rojnameger girtî ne

Înîsyatîfa Rojnamegerên Azad (OGÎ) bal kişand ser rojnamgerên girtî yên li Tirkiyeyê û got; “Rojnameger di bin zext û tundiya hikûmetê de karê çapemeniyê dikin. Hewl didin agahiyên rast bi civakê re parve bikin.”

Înîsyatîfa Rojnamegerên Azad (OGÎ) îro têkildarî 24’ê Tîrmeh Roja Têkoşîna Azadiya Çapemeniyê daxuyaniyek nivîskî weşand.

OGÎ destnişan kir ku her çend 111 sal berê rojname ji bin kontrola sansure derketin û rojnameger bûn xwedî mafê çapê û agahiyan bi civakê re parve bikin jî, 111 sal şûnde rewşa rojnamegerên ku tên destgîrkirin, darizandin, cezakirin û girtin nişan dide ku li Tirkye azadiya çapemeniyê tune û sansur nehatiye rakirin.

Di dewama daxuyaniya OGÎ de hate gotin; "Daneyên ku saziyên çapemeniyê parve dikin nişan dide ku her roj rojnameger tên destgîrkirin, darizandin û rastî cezayan tên. Li gorî daneyên Înisiyatifa Rojnamegerên Azad (OGÎ) niha li Tirkiye 152 rojnameger girtî ne. Ji destpêka Çileya 2019’an heta niha 36 rojnameger hatine destgîrkirin. 13 rojnameger hatin girtin. Der barê 30 rojnamegeran de lêpirsîn hat destpêkirin. 8 doz hatin vekirin û 314 rojnameger hatin darizandin. 42 rojnameger hatin ceza kirin. 2 rojnameger dersînor kirin. Tirkiye di mile azadiya çapemeniyê ya Cîhanê de di rêza 157’an de ye. Piştî Rewşa Awarte hat ilankirin û şûnde bi deh hezaran rojnameger betal man. Bi sedan nasnameyên rojnamegeran hatin betalkirin. Bi dehan rojnameger ji ber cezayê heyî neçar man ku Tirkiye terk bikin. Çameniya heyî jî, ji sedî 95 di bin kontrola desthilatdariyê de ye.”

Înîsyatîfa Rojnamgerên Azad (OGÎ) herî dawî got; “Rojnameger di bin zext û tundiya hikûmetê de kare çapemeniyê dikin. Hewl didin agahiyên rast bi civakê re parve bikin. Em wekî Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad ji ber zext, tundî, destgîrkirin, lêpirsîn, doz, darizandin û girtina rojnamegeran bi dawî nebûye vê rojê wekî cejn nabînin. Di serî de em dixwazin hemû hempîşeyên me yên girtî bên berdan û darizandina rojnameegeran bi dawî bibe. Em carek din dibêjin Rojnamegerî Ne sûc e. Ji rojnamegeran re azadî.”