Odeya Tabîban a Xarpêtê: 27 kes mirine

Odeya Tabîban a Xarpêtê ragihand ku di erdhejê de 27 kesan jiyana xwe ji dest daye, 225 kes jî birîndar bûne.

Odeya Tabîban a Xarpêtê ragihand ku di erdheja bi şideta 6.8’an a li Xarpêtê pêk hat de li Xarpêtê 27 kesan jiyana xwe ji dest dane, 225 kes jî birîndar bûne.

Rayedarên dewleta Tirk û saziyên dewletê jî ragihandibû ku li Xarpêtê 8 kesan jiyana xwe ji dest dabû û 12 kes jî birîndar b ûne.

Waliyê Xarptê Çetîn Oktay Kaldirim jî di saetên şevê de bi daxuyaniya dayî diyar kiribû ku 2 jê giran 225 kes birîndar bûne.