Li Xarpêtê 8 li Meletiyê jî 6 kesan jiyana xwe ji dest dane

Di erdheja ku bi pileya 6.8 a navenda wê li navçeya Sîvrîce ya Xarpêtê pêk hat de 8 kesan jiyana xwe ji desta, 12 kes jî birîndar bûn. Li Meletiyê jî 6 kes mirin, 45 kes jî birîndar bûn. Li Xarpêtê 6 erdhejên ku pileya wan li ser 4’an re pêk hat.

Di saet 20:55’an ên şevê de li navçeya Sîvrîce ya Xarptê bi pileya 6.8 erdhej pêk aht. Erdhej li Meletî, Dersim, Amed, Mêrdîn, Êlih, Şirnex, Çewlik û Semsûrê jî hate hîskirin.

Di encam erdhejê de li Xarpêtê 8 li Meletiyê jî 6 kesan jiyana xwe ji dest da, li gorî agahiyên destpêkê 57 kes jî birîndar bûne.

Serokatiya Rêveberiya Afat û Rewşên Lezgîn (AFAD) li herêmê 6 erdhejên li ser pileya 4’an re pêk hatiye.