Nûnertiya Kongra Star a li Herêma Kurdistanê êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir

Nûnertiya Kongra Star a li Herêma Kurdistanê derbarê êrîşên dewleta Tirk a faşîst ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê got, “Divê bê zanîn em ê bi berxwedan û sekna gel, asta şoreş û têkoşînê bilind bikin û dijminê faşît têk bibin.”

Nûnertiya Kongra Star a li Herêma Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê bi tevlîbûna gelek jin daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate şermezarkirin û ji malbatê şehîdan re sersaxî, ji birîndaran re şîfaya lezgîn hat xwestin.

Daxuyaniya Kongra Star bi vî rengî ye:

"Ji sibeha 23’yê Kanûna 2023'yan ve êrîsên dewlata Tirk a fasîst li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destpê kir û ev çar roj in bênavber berdewam dike. Bi êrîşên hovane binesazî û destkeftiyên ku ji aliyê gelên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatiye qezenc kirin, hedef tên girtin.

Weke tê zanîn, ev êrîşên ku pêk tên ne tenê li dijî gelê kurd e, li dijî sîstema neteweya demokratîke ku îro bi saya wê mafê gelan hatiye parastin e. Armanca dewleta Tirk a faşîst koçberkirina gel û guhertina demokrafiya herêmê ye. Çawa li cihên dagirkirî guhartinên demografî pêk anî, dixweze li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî pêk bîne. Hewl dide krîz û aloziyên navxwyî yên ku li Tirkiyeyê tê jîn veşêre û bi van êrîşan rojeva gel biguherîne.”

Di daxuyaniyê de, hate destnîşan kirin ku di nava 4 rojan de 40 êrîşên hovane pêk hatine û hate gotin 7 ji wan bi balafirên şer û 33 jî bi balafirên bêmirov ên bombebarkirî pêk hatine.

Ev 4 roj in 40 êrîşên hovane, li dijî gelên sivîl bênavber hatin pêk anîn. Bi balafirên şer 7 car û 33 êrîşên bi balafirên bêmirov ên bombebarkirî pêk hatine. Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku, cihên hatine hedefgirtin piranî navendên xizmetguzarî, enerjî, nexweşxane û cihên sivîlan e û wiha dewam kir;

“Di encama êrîşan de 8 sivîl şehîd bûn û 18 sivîl jî birîndar bûn. Ziyanek madî ya mezin pêk hat û îro gel ji mafê enerjiyê, ceyran, av û dermankirinê bêpar mane. Ev êrîş, êrîşên hovane yên li dijî mafên mirovahiyê ye û bêexlaqî ye.

Li dijî van êrîşan weke jin, em bang li gel, partî, rêxistinên mafên mirovan, destgeh û hemû saziyan dikin ku, li ber van êrîşan rabin û bibin xwedî helwest. Bila dengê me bigihîne raya gistî û cîhanê, ku di zûtirîn dem de demlidest li ber van êrîşan rabin, dengê xwe bilind bikin û qadên hewayî ya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji balafirên şer ên dewleta Tirk re bigirin. Divê bê zanîn em ê bi berxwedan û sekna gel, asta şoreş û têkoşînê bilind bikin û dijminê faşît têk bibin.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên “Bimre dagirkerî, bijî Şoreşa Gelan” û “Şehîd Namirin” bi dawî bû