Nûcan: Em ê rêxistinbûneke nû ya jinan a leşkerî biafirînin

Endama Fermandariya Giştî ya YPJ'ê Axîn Nûcan diyar kir, jin wê pêşengiyê ji jinûve rêxistinbûna QSD'ê re bikin û got, "Em ê rêxistinbûneke nû ya jinan a leşkerî biafirînin."

YPJ ku yek ji pêkhateyên bingehîn ên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ye, tevlî civîna salane ya QSD'ê bû. YPJ di civînê de hem hevparê biryarên giştî ye hem jî amadekariyan dike ku li gorî xweseriya xwe rêxistiniya jinê ji nû ve biafirîne.

Endama Fermandariya Giştî ya YPJ'ê Axîn Nûcan qala rojeva civînê, nîqaşan û asta biryardanê kir.

'BI HIŞMENDIYA BERPIRSYARIYA DÎROKÎ ME NÎQAŞ KIR'

Axîn Nûcan bal kişand ser têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê û got, "Di têkoşîna dijî DAÎŞ'ê de em bi ser ketin, lê belê haya me jê heye ku têkoşîn didome. Me di vê civînê de bi xurtî nîqaş kir ku karibin têkoşîneke mezintir li dijî DAÎŞ'ê bimeşînin û serketinên mezin biafirînin. Mîna ku em her tim dibêjin, ji bo me ya esasî têkoşîne. Di civîna me de ev rewş careke din hate destnîşankirin.

Em QSD û YPJ bi berpirsyariya dîrokî dixwazin karê xwe pêk bînin. Ji bo vê jî di çarçoveya tecrûbeyên xwe de me kêmasiyên xwe nirxand. Me hewl dan taybetmendiyên xwe yên xurt xurtir bikin. Mijareke din a civîna me bi vî rengî bû."

'ME METIRSÎ Û PARASTINA REWA NÎQAŞ KIR'

Axîn Nûcan bal kişand ser pêvajoyê û metirsiyên heyî û got, "Em ne tenê DAÎŞ'ê weke metirsiyê dibînin, di heman demê de dewleta Tirk ji bo dagirkirinê gefê dixwe. Me nîqaş kirin ku li dijî vê yekê dikarin çi bikin, amadekariyên bi çi rengî bikin."

'EM AMADE NE KU BI REJÎMÊ RE ÇARESERIYEKE DEMOKRATÎK BIAFIRÎNIN'

Nûcan destnîşan kir ku ew her tim dixwazin bi mûxatabên xwe yên li herêmê û hêzên cîran re di nava aştiyê de bin û got, "Di civîna me de rê û rêbazên aştiyê yên ji bo vê yekê hatin nîqaşkirin.

Em di nava wê lêgerînê de ne ku aştiyê biafirînin û aramiyê ji bo gelê xwe pêk bînin. Em amade ne ku bi rejîma Sûriyeyê re çareseriyekê pêk bînin. Di çarçoveya ewlekirina mafên Kurdan û hemû gelên herêmê bi destûra bingehîn em amade ne bi rejîma Sûriyeyê re çareseriyekê pêk bînin. Doh jî me ev yek got, îro jî em heman tiştî dibêjin."

'EM JI QADA JI 5 KÎLOMETREYÎ HÊZÊN XWE VEDIKIŞÎNIN'

Nûcan anî ziman ku yek ji mijarên girîng ên civînê jî nîqaşên der barê ewlekariya sînor bû û got, "Plana Herêma Ewle planeke ku hîn tê nîqaşkirin. Detayên wê hîn diyar nebûne, gelek mijar tên nîqaşkirin. Ji ber ku hîn hin mijar hene ku Tirkiyeyê jî me jî jî qebûl nekirin.

Hin gavên pratîkî yên ji bo niyeta baş hatin avêtin. Em hêzên YPG û YPJ'ê ji qada 5 kîlometreyî ya sînor vedikişînin. Li herêmên ku hêzên YPG û YPJ jê tên vekişandin şervanên meclîsên leşkerî yên herêman tên bicihkirin. Lê belê hîn nîqaşên der barê ewlekariya sînor bi dawî nebûne. Ji bo ewlekarî û aramiya gelê xwe em ji her gavê re amade ne û 7-8 sal in em banga vê yekê dikin."

'EM Ê XWE JI NÛ VE BI RÊXISTIN BIKIN'

 Endama Fermandariya Giştî ya YPJ'ê Axîn Nûcan diyar kir, YPJ, YPG û QSD ku 7-8 sal in di nava şer de ne yekemcar e ku derfetê dibînin bi vî rengî li hev kom bibin û ji nû ve rêxistinbûnê nîqaş bikin û got, "Di vê civînê de ku ji bo me firsendeke dîrokî ye, me ji nû ve rêxistinbûn nîqaş kirin. Me der barê rêxistinbûneke baştir a dema nû nîqaş kir.

Civîneke serketî bû. Ji xwe her bajarî meclîsên xwe yên leşkerî ava kirine, ava dikin. QSD wê ji niha û pê ve xwe bi rengê meclîsan bi rêxistin bike."

'EM Ê PÊŞENGIYÊ JI JINÛVE RÊXISTINBÛNÊ RE BIKIN'

Axîn Nûcan der barê ji nû ve avabûnê de got, "Piştî dem û şerekî dirêj me nîqaş dikir ku rêxistinbûna xwe bi çi rengî dikarin ji nû ve ava bikin. Di konferansa xwe ya beriya sê mehan de me nîqaş kir, lê belê şêweyekî berbiçav destnîşan nekir.

Me di konferansê de diyar kir, çawa ku di şer de em bi rola pêşengiyê tevgeriyan, di pêvajoya jinûve rêxistinbûnê de jî divê em bi rola pêşengiyê tevbigerin. Di vê çarçoveyê de em ê ji karê ji nû ve rêxistinbûnê re jî pêşengiyê bikin. Haya me ji wezîfe û berpirsyariyên me yên dema bê heye."