NPG: Hevalê Çello welatparêzekî mînak bû

Fermandariya Biryargeha NPG'ê Çello bi rêzdarî bi bîr anî ku bi sekna xwe ya welatparêziyê, fedakarî, wêrekî û dilsoziya xwe ya bi Rêbertî û tevgera azadiyê re ji gelek mirovan re bû mînak.

Di daxuyaniya Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) de hate gotin, "Me bihîst ku welatparêzê hêja yê Kurdistanê hevalê Çello (Mûstafa Osman) ji ber nexweşiyê şehîd bûye û em gelekî pê êşiyan. Bi taybetî ji malbata wî ya hêja, xelkê Kobanê û tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Di şexsê hevalê Şehîd Çello de şehîdên têkoşîna me ya azadiyê ya Kurdistanê hemûyan bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin, dibêjin ku em ê şopdarê wê sozê bin ku me dane şehîdan.

HEVALÊ ÇELLO GELEKÎ XIZMET JI ARGK'Ê RE KIR

Di daxuyaniya fermandariyê de wiha hate gotin:

"Hevalê Çello sala 1979'an Tevgera Apoyî nas ikr, bi salên 1980'î re têkilî bi tevgerê re danî. Ev têkiliya xwe jî veguherand pratîka kar a çalak. Hevalê Çello Rêber Apo bi xwe dît û nas kir. Dilsozê Rêbertî bû û li ser xeta welatparêziyê xizmetên gelekî girîng kir. Di têkoşîna azadiyê û hebûnê ya gelê Kurd de ked da, cihê xwe di nava karên leşkerî de girt, beşdarî hin çalakiyan bû, di dema kûryetiyê de gelek kar kir. Di dema Cûntaya Faşîst a 12'ê Îlonê de ku yek ji serdemên herî zehmet bû, di çarçoveya vekişînê de ji bo derbaskirina kadroyan ber bi Qada Fîlîstînê ve li ser sînor karekî girîng kir. Di salên 1980'î û 1990'î de li ser sînor di wezîfeyên kûryetiyê de fedakariyên gelekî mezin kir. Bi wêrekiyeke mezin gelek caran tevlî şer bû. Kurdistaniyekî welatparêz û fedakar bû. Hevalê me Çello di vê çarçoveyê de gelek xizmet ji ARGK'ê re kir.

Hevalê Çello bi sekna xwe ya welatparêziyê ya mînak, fedakarî, wêrekî û dilsoziya xwe ya bi Rêbertî û tevgera azadiyê re bû mînak ji gelek mirovan re, tevkariyeke mezin li welatparêziyê û têkoşînê kir. Hevalê Çello ev dilsozî û sekna xwe heta roja ku şehîd bikeve bêtawîz meşand. Hevalê Çello bi keda xwe ya li nava têkoşîna me û bi welatparêziya xwe ya mînak wê ti carî neyê jibîrkirin. Em wî careke din bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin."