Muebeta giran û 20 sal ceza li Doza Nisêbînê hate birîn

Cezayê muebeta giran û 20 sal cezayê girtîgehê li Rojhat Aydin hate birîn ê ku di Doza Nisêbînê de dihat darizandin.

Dadgehên Tirk bi fermanên desthilatdariya AKP û MHP’ê biryarên qirkirina siyasî didin.

Li Nisêbîna Mêrdînê dema ku êrîşên dagirker didomiya, di 26’ê Gulana 2016’an de 17 jê zarok 70 kes ji bajêr derketibûn. Piştre doz li van kesan hatibû vekirin. Rûniştina van dozan li Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê ya 4’emîn hate kirin. Îro jî rûniştina Rojhat Aydin hate kirin. Aydin ê di girtîgeha Tîpa T a Tokatê de ye diyar kir ku ew bi darê zorê anîne odeya SEGBÎS’ê û ji odeyê derket.

Heyeta dadgehê bi îddîaya ku ‘Yekîtiya welat û hebûna welat xira kiriye’ muebeta giran û bi îddayên ‘hewldana kuştinê’ û ‘xisar daye milkên cemaweriyê’ 20 sal ceza li Aydin birî.

Di Doza Nisêbînê de hejmara kesên ceza li wan hatine birîn, bû 45.