MRAP’ê beriya rûniştina NY’ê bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û êrîşên li dijî Kurdan

Tevgera Dostiya Navbera Gelan û Têkoşîna li dijî Nijadperestiyê (MRAP), beriya rûniştinên NY’ê di rapora xwe ya li ser Tirkiyê de bal kişande ser tecrîda li Îmraliyê û êrîşên li dijî Kurdan.

TECRÎDA ÎMRALIYÊ

Rûniştina 56’emîn a Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) wê ji 18'ê Hezîranê heta 12'ê Tîrmehê li bajarê Cenevre yê Swîsreyê pêk were. Tevgera Dostiya Navbera Gelan û Têkoşîna li dijî Nijadperestiyê (Mouvement contre le Racisme et pour l'Amitie entre les Peuples-MRAP) ku yek ji pêkhateyên rûniştinan e, beriya rûniştinan raporek li ser binpêkirina mafan a li Tirkiyeyê pêşkêşî Komîteya Neteweyên Yekbûyî kir.

Di rapora MRAP'ê de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtîgehan, binpêkirinên maf ên di hilbijartinên giştî û xwecihî yên li Tirkiye û Kurdistanê de rû dane cih girt. Di raporê de, hat destnîşankirin ku hikûmeta Tirk di salên dawî de berî û piştî her hilbijartinê pêkanînên çewsîner û antî demokratîk li dijî kedkarên çapemeniyê, hunermend, siyasetmedar û hiqûq parêzan xistiye meriyetê û hat diyar kirin ku bi van pêkanînan re hewl tê dayîn gel û aliyên muxalîf bên bêdengkirin.