'Mîtînga me ji bo xurtkirina aştiyê ye'

Hevseroka HDP'ê ya Amedê Hulya Alokmen Ûyanik ji bo mîtînga 22'ê Tîrmehê ya li meydana Stasyonê ku wê bi şiyara "Çareseriya demokratîk li dijî şer" pêk were got, "Mîtînga me ji bo xurtkirina aştiyê ye."

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) wê 22'ê Tîrmehê saet 17'an li qada stasyonê mîtîngekê pêk bîne.

Tê payin ku mirovên ji bajarên derdorê jî tevlî mîtîngê bibin. Tevî Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, Hevserokê HDP'ê Sezaî Temellî û Hevserokê DBP'ê Mehmet Arslan wê nûnerên Tevgera Jinên Azad, Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Gelemperiyê (KESK) û partiyên Kurdistanî tevî mîtîngê bibe ku wê bi dirûşma "Çareseriya demokratîk li dijî şer" pêk were.

Hevseroka HDP'ê ya Amedê Hulya Alokmen Ûyanik der barê mîtîngê axivî û got, "Di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê de me dît ku civak çi dixwaze û wezîfeyeke çawa pêşkêşî siyasetê kiriye. Ji ber vê yekê em dixwazin aştiyê xurt bikin û bi vê armancê mîtîngê pêk tînin."

Hulya Alokmen Ûyanik diyar kir, rêxistinên Kurdistanî yên ku di hilbijartinên 31'ê Adarê de wan tifaq bi wan re kiribûn wê tevlî mîtîngê bibin û got, "Tevî daxwaza xwe ya ji bo aştiyê di heman demê de em ê yekîtiya gelê Kurd jî biqîrin. Der barê desteka rêveberiya Başûr a ji bo operasyonan jî wê gotineke me heye. Ji bo mîtîngê me serlêdana xw eya fermî kir, xebatên rêxistinên me yên bajar û navçeyan didomin. Em li bendê ne ku ji bajarên derdorê jî tevlîbûn pêk were. Em li benda tevahiya gelê xwe ne ku tevlî mîtîngê bibe."