Meşa Demokrasiyê: Nehiştin ku Mêrdînî ji bajêr derkevin

Mêrdîniyên ku xwestin tevlî Meşa Demokrasiyê ya HDP'ê bibin, ji ber astengiyan nekarîn ji bajêr derkevin.

Astengî û êrişên desthilatdariya AKP-MHP'ê yên li dijî Meşa Demokrasiyê ya HDP'ê dewam dikin.

HDP'iyên ku ji Mêrdîn û navçeyên wê ber bi Amedê ve bi rê ketin, ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Endamên HDP'ê ji Mîdyat, Dêrik, Nisêbîn, Qoser û navçeyên din bi rê ketin, lê belê li ser rêya Mêrdîn û Amedê li bendên kontrolê hatin rawestandin. Destûr ji wan re nehate dayin ku ji bajêr derkevin.

'ASTENGIYA BI KORSANÎ'

Avahiya HDP'ê ya Mêrdînê jî danê sibehê bi wesayitên zirxî û polîsan hate dorpêçkirin.

Hevserokê HDP'ê yê bajêr Salîh Kûday li avahiya partiyê axivî û diyar kir ku bi rengekî korsanî destûr nayê dayin ku ew ji bajêr derkevin û got, HDP wê meşa xwe bidomîne.