'Meşa Demokrasiyê' dewam dike: Heta ku faşîzm bi dawî bibe...

Beşdarên 'Meşa Demokrasiyê' ya HDP'ê, ji Wanê berê xwe dan Bedlîsê. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz got, "Heta ku faşîzm bi dawî bibe em ê li ber xwe bidin."

'Meşa demokrasiyê ya li dijî darbeyê' ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji Edîrne û Colemêrgê ber bi Enqereyê ve da destpêkirin, dewam dike. Baskê meşê yê Colemêrgê gihîşt Wanê û 2 roj in tevlî bernameyên li bajêr dibe. Meşvan îro jî ber bi Bedlîsê ve hatin birêkirin. Endamên partiyê yên li ber avaiya Rêxistina HDP'ê ya Wanê li hev kom bûn, pankarta bi nivîsa "Em bi hev re" vekirin û daxuyanî dan.

'LI GEL ZEXT Û ZORDARIYÊ BI COŞ HATIN PÊŞWAZÎKIRIN'

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz diyar kir ku ew li Colemêrgê bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin, heman coş li gel zext û zordariyan jî li Wanê hebû. Aydenîz ragihand ku meşa wan ji bo wê yekê ye ku bêhnê bidin ber demokrasiyê û got, piştî Bedlîs û wanê wê îro bigihêjin Amedê. Aydenîz anî ziman ku AKP-MHP di dema meşê de jî polîtîkayên xwe yên qirêj dewam kir û got, "Bi hinceta koronayê dixwazin meşê rawestînin. Derdê wan korona nîne, tirsa ji demokrasiyê ye. Em bi vê baş zanin."

NERAZÎBÛNA LI ÊRIŞÊN DAGIRKERIYÊ

Aydenîz bi bîr xist ku roja meşê dest pê kir di heman demê de êrişa hewayî li ser Mexmûr, Şengal û Qendîlê bû û got, "AKP darbeyên siyasî didomîne. Ev meş wê demokrasiyê bîne ji gelên Tirkiyeyê re, azadiyê bîne ji Kurdistanê re. Em êrişên li ser Şengalê û Mexmûrê şermezar dikin. Ev desthilatdarî di şer de israr dike, di faşîzmê de israr dike. HDP li ber vê radibe. HDP sîstemeke alternatîf pêşkêşî civaka Tirkiyeyê dike. Desthilatdarî ji demokrasî, azadî û wekheviyê ditirse. Ev meş wê heta Enqereyê bidome. Meşa me ya Colemêrg û Edîrneyê meşa wê yekê ye ku bêhnê bide ber Tirkiyeyê."

'BILA LI DÎROKÊ BINERIN'

Aydenîz got, "Ev meş wê 20'ê Hezîranê bi dawî bibe. Ev meş meşa avakirina demokrasiyê ye. Yên ku dixwazin bi zora dewletê çokê li me bitewînin, bila li dîrokê binerin. Desthilatdarî guherîn, lê belê gelê Kurd li Tirkiyeyê niha xwedî statu ye. Çawa ku me heta niha li dijî faşîzmê li ber xwe dan, heta faşîzm bi dawî bibe em ê li ber xwe bidin. Heta ku demokrasiyê bînin Tirkiyeyê em ê li ber xwe bidin û bimeşin. Her ku em di demokrasiyê de israr dikin ew jî di şer de israr dikin. Ji ber vê yekê di salên 1990'î de siyasetmedar girtin, îro jî heman polîtîkayên dubare dikin û dixwazin îradeya gel tine bikin. Ev gel li cem siyasetmedaran cih digirin. Ji ber vê yekê em ê meşa demokrasî û azadiyê heta dawiyê bimeşînin. Divê gelên Tirkiyeyê hemû li dijî faşîzmê bi hev re li ber xwe bidin. Em careke din spasiya gelê Wanê dikin."

Meşvan bi tilîlî û çepikan hatin birêkirin. Meşvan piştî ku bi konvoya ji wesayitan li nava bajêr bigerin, wê berê xwe bidin Bedlîsê.