Markêtên AKP'ê Wan dagir kirine

Markêtên ku AKP şîrîkê wan e, ên mîna BÎM û A101 li Wanê û navçeyên Wanê esnaf anîne ber îflasê.

Li Tirkiyê ku krîza aborî lê heye, her roj bi sedan esnaf dirabeyên xwe tînin xwar, lê markêtên BÎM û A101 her roj zêde dibin. Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi deh hezaran kargeh ji ber krîza aborî îflas dikin û dirabên xwe tînin xwar. Yek ji bajarê ku krîzê lêdayî jî Wan e.

Li Wanê rêjeya bêkariyê gihaye 80 ji 100'î, zêdebûna markêtên ku AKP şîrîkê wan e, dibe sedema îlfaskirina esnafên biçûk û navîn.

BI SEDAN ESNAF DIRABAYÊN XWE ANÎN XWARÊ

Li Wanê û navçeyên wê van salên dawî bi sedan BÎM û A101 vebûn, hema hema li her kolan û kuçeyê şûbeyên wan hene, niha jî dest avêtine taxên derve.

Hedefa pêşî ya van markêtan ku li navendên bajêr hijmara wan ji sedî bihurî taxên nû ne. Ji ber ku hema hema li her kuçe û kolanan ev markêt vebûne esnaf tengezar dibin. Ji ber zêdebûna van markêtan esnaf ji bêgavî dirabên xwe digirin. Piştî ku ev markêt ketin taxan bi sedan kesî deriyê kargehên xwe girtin.

JI BÎM Û A101'Ê TIŞTEKÎ NEKIRIN

Esnafan jî bang li welatiyan kirin ku ji van markêtan tiştekî nekirin. Esnafan gotin dema ku pereyên welatiyan nebin jî dikarin kirîna xwe bikin lê li van markêtan nikarin bi deyn tiştekî bistînin.  Esnafan gotin markêtên xwecih ên gel in, sûda wan li gel û bajêr hene lê BÎM û A101 ên desthilatê ne û ximzeta wan dikin.