Malbatên şehîdan: Cenazeyên şehîdên me li ku ne?

Malbatên Şehîdan ên Efrînê nerazîbûn nîşanî êrişa dewleta Tirk a li ser Şehîdgeha Efrînê dan û xwestin ku zanibin bê cenazeyên şehîdên wan bi ku ve birine.

Piştî ku dewleta Tirk û çeteyên wê Efrîn dagir kir her roj bi rêk û pêk mirov revandin, destdirêjî û destavêtin kirin û mafên mirovan binpê kirin. Demê dawî dest bi xirakirina gorên şehîdên Berxwedana Serdemê kirin û cenazeyên şehîdan ji bo cihek nediyar birin û weke gorên komî nîşan dan.

Dewleta Tirk û çeteyên wê bi sîstematîk rojane li Efrîn û herêmên dagirkirî mafê mirovan binpê dike. Herî dawî Şehîdgeha Berxwedana Serdemê rûxand.

Şehîdgeha Şehîd Seydo ya beriya Şoreşa Rojava hatî avakirin, dema dagirkeriyê hate bombekirin.

Şehîdgeha Şehîd Refîk jî ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên ve hate rûxandin. Çete û malbatên ku anîbûn, sala 2020'î li şehîdgehê hatin bicihkirin.

Şehîdgeha Şehîd Avesta Xabûr a gorên 258 şehîdên QSD’ê lê hebûn, Nîsana 2020'î ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hate avakirin û qada şehîdgehê kirin bazara ajalan. 

Şehîdgeha çaran ji 13’ê Adara 2019’an û şûnde, piştî ku şehîd zêde bûn dema êrişên dewleta Tirk hatibû avakirin. Li vê şehîdgehê cenazeyê 73 şervanên QSD’ê û sivîlan hebûn.

Endamê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Cibrayîl Mustefa têkildarî vê mijarê axivî û diyar kir ku ev terora dewleta Tirk ne cara pêşî ye û ne ya dawî ye jî û ev got: "Me dît ku di Ajansa Anadoluyê ya girêdayî dewleta Tirk de dibêje; ‘Li Efrînê gorek komî hatiye dîtin’, her wiha dibêje; ‘Kesên di wê gorê de bi destê YPG'ê û YPJ'ê hatine kuştin’.

Di warê qanûnî û hiqûqî de gorên komî tê wateya ku çalek mirovên mezin û biçûk bi hev re di rewşeke asayî ku cil û bergên wan li ser bi hev re tên avêtina wê çalê û axê li ser wan dike. Lê dema li dîmen û wêneyên derketin mirov dinêre, dibîne ku ne goreke komî ye, her gorek cihê wê diyar heye û hatiye veşartin. Dîsa cenazeyên hatine derxistin hemû bi kefen in û her yek li nava gorekê hatiye veşartin. Ev jî nîşan dide ku her kesek li gorî çand û kevneşopiya wan hatiye kefenkirin û li gorî rêûresman hatine veşartin. Ez kesekî ji Efrînê me 3 mirovên min li wê goristanê hatine veşartin. Eger ku dewleta Tirk rastî îdîa dike ku ew gorên komî ye, bila cenaze bidin malbatan."

Mustefa bi berdewamî destnîşan kir ku dewleta Tirk di aliyê hiqûqî, qanûnî û siyasî de îflas bûye û wiha got: "Dema ku dewleta Tirk vê mijarê bi kar tîne dosyayeke cinayetî bi kar tîne, ji ber wê jî di her dosyayeke cînayetî de şert û merc hene, weke;

*Kujer kiye?
*Pêwîst e kesê hatiye kuştin hebe?
*Sedema kuştinê pêwîste were xuya kirin?
*Pêwîst e amûrên ku pê hatiye kuştin were diyarkirin?

Di vir de em bala xwe didinê yên ku hatine kuştin zarokên Efrînê ne û yê kujer jî dewleta Tirk û çeteyên wê ne. Ger em amûrên ku ev kes jiyana xwe pê dest dane lêkolîn bikin, em ê bibînin ku bi balafirên şer û keşfê yên dewleta Tirk jiyana xwe ji dest dane. Ji ber wê em ji komîteyek nevneteweyî dixwazin, bila biçin li ser cenazeyê wan şehîdan, wan keşf bikin. Ji ber wê em dibêjin ku di milê qanûnî de ev cînayet li ser dewleta Tirk hatiye îsbat kirin. Em li ser vê bûyerê dibêjin ku dewleta Tirk di aliyê hiqûqî, qanûnî û siyasî de îflas bûye. Ji ber ku tiştek di destê wan de nema rabûn gorên şehîdan derxistin.”

Mustefa diyar kir di destpêka dagirkirina Efrînê de hemû raporên ku di derheqê kiryarên li Efrînê de tê bidestxistin dewleta Tirk sûcdar e, kiryara wê gihiştiye asta cînayetên şer, jenosidê û cînayetên dijî mirovahiyê ye.

Mustefa wiha domand: “Yek ji wan raporan ya Komîteya Lêkolîna Navneteweyî ya Sûreyeyê ye bû. Ev komîte girêdayî Meclîsa Mafê Mirovan e û bi awayekî rasterast girêdayî dasteya Neteweyên Yekbûyî ye. Ev rapor Adarê 2021'an belav bû û di raporê de tê diyarkirin ku dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê mafan binpê dikin. 

Tevî ku dewleta Tirk li gorî ku dizane ev goristana şehîdan e û ne gora komî ye xwest civaka navneteweyî bixapîne. Ji ber wê ji bo dewleta Tirk xwe ji vê talokeyê xelas bike hin gav avêtin. Ew jî şandina Nasir El-Herîrî ya Efrînê ye û demazrandina Komîteya Redkirina Zilmê ye. Lê kesên ji Efrînê ku bi me re têkilî danîn diyar dikin vê komîteyê dest daniye ser malê gel. Dema ku gel li cem vê komîteyê gilî dike jî têne girtin û wan dixin zindanan. Ji ber vê jî ev hewldana Tirk bi ser neket. Vê carê jî Ebdî El-Hekîm Beşar şand ji bo ku bibêje; ‘Li Efrînê ti binpêkirina mafan nîne’ lê dît ku ev jî bi ser neket û dosyaya goristanê derxiste pêş.”

Mustefa anî ziman ku di milê qanûnî û hiqûqî de ew amade ne ku hemû agahî û belgeyên di destê xwe de bi civaka nevneteweyî re parve bike û rastiyê raxîne ber çavan û wiha pêde çû: “Tirkiye cînayetê dike. Ji ber wê dema me hemû belgeyên şênberî ji raya giştî re eşkere kir, hat îsbatkirin ku tiştê ku dewleta Tırk dibêje derew in. Niha delweta Tirk bêdeng e. Lê em gelê Efrînê bang li saziya navneteweyî dikin ku bila komîteyekê ava bikin ji bo diyarkirina kujerên wan şehîdan kî ne."

Endamê Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Efrînê Cebrayîl Mûstefa di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku li gorî hevpeymana Laheyê ya sala 1907'an hatiye diyarkirin ku divê dewleta dagirker parastina sivîlan bike û parastina tiştên nirxî û yek jê jî goristan in bike û got: “Dewleta Tirk peymana Laheyê ji babate 42’an heya 56’an binpê dike. Her wiha peymana çaran ya Cenevreyê ji babeta 27’an heya 24’an û ji babeta 47’an heya 78 binpê dike. Ji ber wê jî em dikarin bêjin ku dewleta Trik hemû peymanên navneteweyî ji bo parastina mafê mirovan binpê dike."

Keçika şehîd Mihemed Mistifa Ayîde Mustifa ku cenazeyê wî ji aliyê dewleta Tirk ve ji goristanê hatiye derxistin jî ev got: “Bavê min di nav Hêza Ewlakariya Navxwe ya Asayîşê de kar dikir, di encama lêdan balafira şer a dewleta Tirk de, 11-03-2018'an şehîd bû. Ji ber dijwariya êrîşê û bombarankirinê em neçar man ku şehîdên xwe nêzî nexweşxaneyê veşêrin. Ji bo wê di 14'ê Adara sala 2018'an de me bavê xwe bi marasîmekê spart axê. Heman rojê me merasîma 35 şehîdan çêkir.

Ez keça şehîd Mihemed bang li hemû raya giştî dikim ku dewleta Tırk çi ji şehîdên me dixwazin, em bi hêvî bûn ku rojeke were, em ê vegerin Efrînê û biçin li ser gora bavê xwe. Ji ber wê banga min ji hemû civaka navneteweyî re heye ku bila cihê cenazeyê bavê min û hemû şehîdên ku derxistine ji me re bêjin."

Her wiha bavê şehîd Ehmed Xanê, Ebdîn Xanê jî got ku 12’ê Adarê 2018'an Ehmed şehîd ket û di bin topbaranê de bi merasîmekê spartin axê. Xanê banga li hemû saziyên mirovahiyê kir ku bizanibin ku dewleta Tirk çi bi serê cenazeyên zarokê wî kirine.