Malbata Zulkuf Gezen serdana Guvenê kir

Malbata Zulkuf Gezen ê ku li Girtîgeha Tekîrdagê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya fedayî kir û şehîd bû, serdana Leyla Guven kir ku 132 roj in di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ye.

Di serdanê de Leyla Guven dayika Gezen Havva Gezen himbêz kir û got; “Berxwedana fedayî ya Mazlûm Dogan piştî 40 salan di şexsê hevrê Zulkuf Gezen de pêk hat. Hevrê Zulkuf Mazlûm Doganê vê serdemê ye.”

Malbata Zulkuf Gezen ê ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 ya Tekîrdagê çalakiya fedayî kir û şehîd bû hate serdana Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku 132 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ye. Dema ku dayik Havva Gezen, bav Şehmûz Gezen û mam Ahmed Gezen kete odeyê Leyla Guven nekarî xwe bigre û giriya. Bi alîkariya keça xwe Leyla Guven rabû û Havva Gezen himbêz kir û kêliyên bihestiyar jiyan.

‘MAZLÛM DOGANÊ VÊ SERDEMÊ YE’

Guven sersaxî ji malbata Gezen re xwest û wiha got; “Ez ji zindanê têm. Hestên zindanê pir cuda ne. Ji bo moralê hevrêyên zindanê xurt be, bi awayekî zêde li ber xwe didim. Min nizanibû wê Zulkuf vî barê giran hilgire. Zulkuf, bi qurbana te bim. cihê te bihişt be Zulkuf. Te jiyan û berxwedana Mazlûm Dogan hilbijart. Berxwedana fedaî ya Mazlûm Dogan, 40 sal şûnde di şexsê hevrê Zulkuf Guven de pêk hat. Hevrê Zulkuf Guven, Mazlûm doganê vê serdemê ye."

Guven, bi destê dayik Havva Gezen girt û got: "Dilê te şewitî, bila yên dayikên din neşewite”.