Malbata Şenyaşar dîsa hate astengkirin

Malbata Şenyaşar bi daxwaza edaletê 10 roj in li ber dadgeha Rihayê di çalakiyê de bûn. Bi hinceta ku şaredariyê pêşiya dadgehê ji trafîkê re girtiye, polîsan ew asteng kirin.

Malbata Şenyaşar a ku 10 roj in di çalakiyê de ne, her carê astengiyeke din derdixînin pêşiya wan. Bi hinceta ku şaredariya Rihayê pêşiya dadgehê ji trafîkê re girtiye, malbat hate astengkirin.

Malbata Şenyaşar xwest dîsa vegere pêşiya dadgehê lê polîsan ew asteng kirin. Ferît Şenyaşar nerazîbûn nîşanî polîsan da û got, “Em ê dev ji têkoşîna xwe ya edaletê bernedin, dixwazin me destgîr bikin.”

Emîne Şenyaşar dîsa dest bi çalakiya rûniştinê kir û got, “Êdî bes e, ev dewlet li ku ye? Edalet li ku ye? Zarokên min li ku ye?”

Polîsan biryara şaredariya Rihayê ya ku diyar dike ku rêya pêşiya dadgehê ji trafîka wesayîtan re hatiye girtin, malbat ji pêşiya dadgehê dûr xist.

Malbatê li pêşiya bariyerên şaredariyê çalakiya xwe domand. Ligel biryara polîsan derket holê ku ji xeynî malbata Şenyaşar her kes bi hêsanî diçe dadgehê û tê.