Li Xozatê li Çiyayê Sincikê operasyon û bomberdûman

Çiyayê Sincikê yê li Xozata Dersimê, ji aliyê helîkopteran ve tê bomberdûmankirin. Hate ragihandin ku li herêmê bi bomberdûmanê re operasyon jî hatiye destpêkirin.

Çiyayê Sincikê di sê rojên dawîn de du car in bomberdûman lê tê kirin. Di 14’ê Tebaxê de herêm bi balefir û helîkopteran hatibû bomberdûmankirin û ji ber bomberdûmanê agir bi daristanê ketibû.

Şewata li herêmê didome û vê Şemiyê dîsa êrîşên hewayî hate kirin.

Li gorî agahiyên ku hatine wergirtin, sibehê saet ji 05.30’an heta 07.00’an helîkopteran herêm bomberdûman kirine. Piştî bomberdûmanê helîkopterê yekîneyên leşkerî anî herêmê û operasyon da destpêkirin.