Li Xaneqînê heft kes ji ber teqînan birîndar bûn
Li bajarokê Gulele yê Xaneqînê yê Başûrê Kurdistanê du bombe teqiyan. Ji ber teqînan 5 sivîl û 2 endamên hêzên ewlehiyê birîndar bûn.
Li bajarokê Gulele yê Xaneqînê yê Başûrê Kurdistanê du bombe teqiyan. Ji ber teqînan 5 sivîl û 2 endamên hêzên ewlehiyê birîndar bûn.
Li nêzî taxa Tecnîd a bajarokê Gulele yê Xaneqînê şevê din saet 11'an 2 bombe teqiyan. Ji ber teqînê 5 sivîl û 2 endamên hêzên ewlehiyê birîndar bûn.
Li gorî agahiyan di destpêkê de bombeyek bi wesayîta leşkerî ya bi tîpa hamir ve teqiya û di encamê de 2 endamên hêzên ewlehiyê birîndar bûn. Piştre li heman cihî û piştî kombûna xelkê bombeya din teqiya û 5 sivîl birîndar bûn.
Birîndar rakirin nexweşxaneyê.