BI DÎMEN

Li Berlinê di çarçoveya pêngava azadiyê de semîner hat lidarxistin

Li Berlinê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” semînerek hat lidarxistin.

Li paytexta Elmanya Berlînê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” semînerek hat lidarxistin. Endamên TekoJIN û TCŞ’ê tevlî semînerê bûn. Li qada semînerê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, yek ji damezrînerên Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) Sakîne Cansiz (Sara) û alên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) hatin daliqandin. Semîner bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Di semînerê de ciwanên TekoJIN û TCŞ’ê bi yek dengê dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Jin, Jiyan, Azadî” berz kirin.

Di semînerê de siyasetmedar Mûharrem Aral û Zekî Pirsûsî li ser pêvajoya komployê nirxandinek kirin. Di axaftinan de bandorên civakî û siyasî yên pêvajoya ji destpêka Komploya Navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heta Şerê Cîhanê yê Sêyemîn hatin nirxandin. Xala esas ya semînerê Komploya Navnetewî bû ku ne tenê li dijî kesekî li dijî têkoşîna azadiyê ya gelekî pêk hatibû.

Di axaftinan de hate diyarkirin ku tevî esareta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku bi salan e didome û tevî şert û mercên tecrîdê yên li Îmraliyê, têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd her ku diçe mezin dibe û bala qada navnetewî dikêşe. Axaftvanan anîn ziman ku ev têkoşîn ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû gelên li Rojhilata Navîn tevgereke azadiyê ye.

Axaftvanan bal kişandin li ser azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gotin: “Ev ne tenê daxwaza gelê Kurd e, ev yek di heman demê de ji bo pêkanîna aramî û aştiya li Rojhilata Navîn bivênevê ye.”

Semîner bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo" bi dawî bû.