Li Xakurkê 15 leşkerên Tirk hatin kuştin

Gerîlayên HPG û YJA Starê li herêma Xakurkê li dijî artêşa dewleta Tirk a dagirker hin çalakî kirin. Di encama çalakiyan de 15 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de hêzên me di 29'ê Cotmehê de li herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî artêşa TC a dagirker çalakî pêk anîn.

Li gorî vê yekê;

Hêzên me komeke leşkerî kontrol kirin ku li derdora Girê Şehîd Axîn kemîn danîn û demeke dirêj ew şopandin. Piştî ku leşkerên dijmin bi temamî ketin bin kontrola hêzên me saet 10:30'î çalakî hate kirin. Ji sê baskan ve li yekîneya dijmin hate reşandin û di encama çalakiyê de 4 leşker hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn. Li heman herêmê yekîneyeke din a dijmin hewl da dest li herêma çalakiyê werdin û hêzên me li dijî vê yekîneyê hin çalakiyên sabotajê kir. Di yekîneya dijmin de ya ku bû hedef gelek leşker hatin kuştin lê hejmar nekarî bê tespîtkirin. Artêşa TC a dagirker ku derbên giran xwar careke din hewl da dest li qada çalakiyê werde û hêzên me ji du baskan ve li yekîneyeke dijmin xistin. Di vê çalakiyê de jî 7 leşkerên dijmin hatin kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC a dagirker bi topên hawan û obusan bombe li herêmê barand. Yekîneya me ya çalakî kir bi rengekî serketî li baregehên xwe vegeriya.

Hêzên me saet di 11:00 de li dijî leşkerên li Girê Şehîd Derwêş çalakiyeke sûîqestê kirin û di encamê de leşkerekî dijmin hate kuştin.

Hêzên me saet di 13:10'an de li dijî yekîneyên dijmin ên li Girê Şehîd Sarya çalakiyek kirin. Çeper û stargehên leşkerî yên li nêzî gir bûn hedefa hêzên me. Di çalakiyê de 3 leşkerên dijmin hatin kuştin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi piştgiriya helîkopterên êrîşê êvarê leşkerên xwe yên mirî û birîndar bi helîkopterên skorsky  ji herêma çalakiyê derxist.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de ku li herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê didome, hêzên me yên YJA Starê di 29'ê Cotmehê saet di 15:20 de li dijî leşkerên li Girê Şehîd Şêxmûs çalakiyeke sûîqestê kirin. Di encama çalakiyê de leşkerekî dijmin hate kuştin."