Rêber Apo: Eger DEM Partî bigihêje benda ji sedî 20’an wê bibe desthilatdar

Omer Ocalan anî ziman ku di serdana Cejna Qurbanê de Rêber Apo diyar kiriye ku divê DEM Partî li her deverê hêza xwe xurtir bike û gotiye, "Eger DEM Partî bigihêje benda ji sedî 20’an wê li vî welatî bibe desthilatdar."

Bi boneya Cejna Qurbanê di 7 Hezîranê de Rêber Apo û girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş, Zekî Bayhan, Mahmût Yamalak û Ergîn Atabay bi malbatên xwe re hevdîtinek pêk anîbûn.

Rêber Apo di vê hevdîtinê de piştî 26 salan cara ewil bi zarokan re hevdîtinek pêk anî. Xwarziyê Rêber Apo Alî Ocalan û Parlamenterê Rihayê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Omer Ocalan di hevdîtinê de amade bûn. Her du zarokên Alî Ocalan jî çûn hevdîtina li Îmraliyê.

Parlamenter Omer Ocalan têkildarî hevdîtina navborî ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.

PIRSA KÊ KIR, JI KÊ RE SILAV ŞANDIN?

Omer Ocalan diyar ku wan hevdîtineke demdirêj pêk aniye û di hevdîtinê de gelek mijarên cuda hatine nîqaşkirin û ev yek anîn ziman: ‘’Rêbertî (Ocalan) di 15-20 deqeyên ewil ên hevdîtinê de qala gund û malbatê kir. Pirsa hin endamên malbatê kir û silavên xwe li wan kir. Pişte me jê re hin mijar neqil kirin. Me çavdêriyên xwe yên têkildarî bajarên ku em çûnê, anîn ziman.  Me qala seredan û merasîmên ku ji bo Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn hatine lidarxistin, kir. Me silavên malbatên her du hevalan anî ziman.  Rêber Ocalan rewşa malbatan pirsî, ji wan re silavên xwe şandin. Pişte me seredana ji bo malbata Mazlûm Dogan û silavên malbatê anîn ziman. Rêber Ocalan jî ji malbata Dogan re silavên xwe şandin. Qala Mazlûm û Delîl Dogan kir.  Me diyar kir ku her du bira jî li ba hevdu ne. Got; ‘Em ê têkoşîn û mîrateya wan ji me re hiştine zindî bigirin. Em dilsozê hemû şehîdan in.’ Piştre silavên xwe li malbata Ferhat Kûrtay kirin.  Rêber Ocalan qala 4 hevalên xwe (Ferhat Kûrtay, Eşref Anyik, Mahmût Zengîn û Necmî Oner) yên li zindana Amedê li hemberî zulmê bedena xwe dane ber agir kir.  Pirsî bê ka gora Ferhat Kûrtay li ku ye û ji malbatê re silavên xwe şandin. Ji malbata Alî Çîçek re silavên xwe şandin. Pirsa gora Alî Çîçek jî kir. Pirsa kesên li zindana Amedê şehîd bûne, kir. Qala Gundê Xursê yê navçeya Qoser a Mêrdînê kir. Behsa hin bûyerên ku li wir rû dane, kir.’’

Omer Ocalan da zanîn ku wan silavên ji Rêber Apo re ên kesên piştî 30 salan hatine berdan, anîne ziman û got: ‘’Rêber Ocalan got; ‘Kesên ku 30 salan li zindanê mane divê pêşengtiya vî gelî bikin. Her li ku jî be divê kesên li zindanê mane  ji civakê re pêşengtiyê bikin. Divê rol û mîsyona xwe baş bilîzin.’ Ji hemû kesên piştî 30 salên zindanê hatine berdan re silavên xwe şandin. Ji malbatên şehîdan re silavên xwe şandin.’’

‘DIVÊ PARADÎGMAYA ME DI NAVA XWENDEKARAN DE WERE PARVEKIRIN’

Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan anî ziman ku di hevdîtinê de geşedanên li herêm û cîhanê û rewşa li Rojava hatine nirxandin û wiha pêde çû: ‘’Me behsa Zanîngeha Kobaniyê kir. Beriya hevdîtinê paneleke zanîngehê hebû ez jî weke online beşdarî wê panelê bûm. Silavên akademîsyen û xwendekaran ji Rêber Ocalan re hebûn û me ev anîn ziman. Rêber Ocalan pirsî; ‘Gelo li Kobanê zanîngeh heye? Çend xwendekarên wê hene?’ Min jî anî ziman ku lê zanîngeheke baş heye û zêdetirî hezar û 500 xwendekarên wê hene. Têkildarî zanîngehê hin nirxandin kirin. Got; ‘Kesên ku perwerdeyê didin divê li gorî modernîteya demokratîk perwerdeyê bidin. Divê bandorê modernîteya kapîtalîst li ser perwerdeyê tune be. Divê mamosteyên ku perwerdeyê didin di fikra me de bin û jê bandor bibin. Divê paradîgmaya me bi xwendekaran re parve bikin. Ger ev yek were kirin wê baştir bibe. Ez girîngiyeke mezin didim perwerdeyê. Em li vir tim dixwînin û nîqaşan dikin.’’

‘JI BO SÛRIYEYA DEMOKRATÎK DIVÊ HEWLDANÊN DÎPLOMATÎK WERIN LEZANDIN’

Omer Ocalan destnîşan kir ku Rêber Apo bal kişandiye ser hevdîtinên di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hikûmeka Şamê ya demkî de û ev yek anîn ziman:

‘’Di navbera QSD û HTŞ’ê 8 xal hatin îmzekirin. Got ku divê ev hevdîtin werin lezandin. Got; ‘Bi qasî ku ez dibînin û dişopînin hevdîtinên di navbera Kurdan û hikûmeta Şamê de bi giranî pêş dikevin. Divê werin lezandin. Dibe ku di demên pêş de li Sûriyeyê hikûmetek  derkeve holê. Ji aliyê me ve girîng e ku girêdayî mafên demokratîk bibe Sûriyeyeke bihêz. Divê bi Sûriyeyeke demokratîk re hewldanên dîplomatîk werin lezandin. Şam ji aliyekî ve nûnertiya olperestiyê dike.

NAVENDA DEMOKRATÎKBÛYÎNÊ REQA YE’

Navenda demokratîkbûyînê jî Reqa ye. Divê yekîtiya di bin sîwana demokrasiyê de derkeve pêş. Divê xebatên li Rojava tên kirin werin lezandin. Tu feydeya dîplomasiyeke ku bi giranî bi rê ve diçe ji tu kesî re tune ye.’ Têkildarî gefên li ser Kurdan jî axaftin çêbûn. Rêber Ocalan rewşa Kurdên li Rojava jî nirxand. Got; ‘Ger gefek hebe divê li hemberî vê jî baldar bin.’

DIVÊ LI BEHRA REŞ DENGÊN DEM PARTIYÊ ZÊDE BIBIN

Omer Ocalan diyar kir ku rewşa DEM Partiyê jî hatiye rojevê û got: ‘’Rêber Ocalan piştre got; ‘Ji DEM Partiyê re rêya siyaseta demokratîk vedibe. Divê DEM Partî li her derê konferans û civînan li dar bixe. Divê kesên ku di civîn û konferansan de diaxivin ew kes bin ku yên paradîgmaya me baş dizanin û şirove dikin, bin. Divê bi gel re gotûbêj werin kirin. Divê êdî li Behra Reş jî rêjeya dengên DEM Partiyê zêde bibe.

DIVÊ LI HER DERÊ HÊZA XWE ZÊDE BIKE

Ji bo ku DEM Partî siyaseteke berfireh bike gelek derfet derketin holê.  Divê DEM Partî li Behra Reş, Behra Spî û Anatoliyaya Navîn potansiyela xwe nîşan bide. Li seranserê Tirkiyeyê krîzeke aboriyê û xizanî heye. Li gelek bajaran dostên me yên karker hene. Divê DEM Partî ji bo vê yekê bixebite. Krîzek heye, rewşa aboriyê xirab e, xizanî mezin e û karker nikarin êdî debara xwe bikin. Divê DEM Partî berê xwe bide van mijaran û li her derê hêza xwe zêde bike.’’

‘EGER HÛN JI SEDÎ 20 BI DEST BIXIN, HÛN Ê BIBIN DESTHILATDAR’

Omer Ocalan wiha domand:

“Got divê êdî di her tiştî de nûbûnek pêk bê. Di hevdîtinê de ji aliyek ve analîza têkoşîna 52 salan hat kirin û li aliyê din jî li ser siyaset û modela jiyana nû nîqaş hate kirin. Di van mijaran de Rêber Ocalan ramanên xwe anîn ziman. ‘Hin dostên me hene. Di nava DEM Partiyê de hevrêyên me yên ji Derya Reş hene. Divê ev li Derya Reş xebat bidin destpêkirin. Divê li hemû metropolên Tirkiyeyê xebat bê kirin. Weke DEM Partiyê heke ji benda dengan a ji sedî 20’an bi dest bixin, wê li vî welatî desthilatdar ew bin. Hûn dikarin gelek tişt biguherînin û bibin hevkarê desthilatdariyê. Ji ber vê divê hûn potansyela xwe veguherînin dengan. Bi siyaseteke demokratîk re wê dengên DEM Partiyê ji sedî 20 derbas bike. Wê demê dikare li Rojhilata Navîn siyaseteke bi bandortir bimeşîne.’ Rêber Ocalan DEM Partiyê analîz dike. Difikire ku hewldanên dîplomatîk ên encamê nadin divê bên guhertin. Di siyasetê de dubarebûn nabe. Di siyasetê de guhertin û veguhertin heye. Ev guhertin û veguhertin hem divê di nava partiyê de û hem jî divê di nava siyasetmedaran de çêbe.”

‘EM JI REXNEYÊN ÇÊKER RE VEKIRÎNE’

Omer Ocalan, anî ziman ku Rêber Apo di hevdîtinê de bi moral bû û behsa gelek mijaran kiriye û wiha got:

“Min li ser rapora ku ji bo Kongreya 12’emîn a PKK’ê hatiye şandin pirsek pirsî. Rêber Ocalan diyar kir ku rexne û hin hesasiyetê Elewiyan hene. Wî got, "Em li vir jî ji bo Elewîtiyê dixebitin. Em Elewîtîyek rast dişopînin. Li vir hevalên me yên Elewî jî hene. Hamili Yildirim ji Dersimê ye û Elewîtiyê baş dizane. Em ji her alî ve şîrove dikin. Min qîmet da Seyît Riza, helwest û têkoşîna wî. Di dîrokê de gelek serhildanên Kurdan çêbûne; ez qîmetê didim têkoşîn û hewldanên wan. Ji aliyekî din ve, divê em bûyeran û encamên wan bi wêrekî şîrove bikin. Ev ji bo Şêx Seîd jî derbasdar e. Em ji bo rexneyên çeker vekirî ne." Wî diyar kir ku ew qîmetê dide wan rexneyan û got ku divê tiştê qewimî baş were analîzkirin. Wî got ku heke em vê bikin, em dikarin baş fêm bikin ka çima wê demê encam nehat bidestxistin.

'DIVÊ ŞENGAL BIBE XWEDÎ STATÛ'

Her wiha li ser Êzidiyan jî nîqaş hat kirin. Me silavên Êzidiyan ragihand. Rêber Ocalan nifûsa Êzidiyan pirsî. Rêber Ocalan silavên xwe ji civaka Êzidî re şand. Got ku divê Şengaleke azad hebe, divê Şengal ne bi hikûmeta navendî û ne jî bi partiyeke herêmî ve girêdayî be. Her wiha anî ziman ku divê Şengal bibe xwedî statû, divê Êzidî xwe birêxistin bikin û biryaran ji bo xwe bidin.”

'DIVÊ HER KES BI DISÎPLÎN TEVBIGER E'

Omer Ocalan, da zanîn ku Rêber Apo piştî 26 salan cara ewil e bi zarokan re hevdîtin dike û wiha dewam kir:

“Neviyên xaltîka min bi me re hatibûn. Rêber Ocalan ji zarokan re got, "Li ser piyan bin û xwedî îradeyek xurt bin." Zarok ji ber rêwîtiya bi me re hinekî westiyayî bûn. Dema ku em gihîştin ba Rêber Ocalan, ew demekê li wir raketin. Rêber Ocalan demek dirêj li zarokan nihêrî, li ser perwerdehiya wan pirsî. Behsa çawaniya mezinkirina zarokan û pêşveçûna wan kir. Ji bo zarokan analîzek kir û wiha got, ‘Divê her kes bi dîsîplîn be, divê her kes li tenduristiya xwe miqate be. Divê qelew nebin." Rêber Ocalan li hember kesên ku zêde qelew bûne û cixare dikişînin bi hêrs bû. Wan hişyar kir û ji me jî pirsî. Got, ‘Divê her kes mîna leşkerekî di artêşê de tevbigere. Ev rastiya jiyanê ye. Divê her kes di jiyanê de bi dîsîplîn tevbigere.’ Di vê hevdîtinê de, me cara ewil Omer Hayrî Konar û Hamili Yildirim dîtin. Me ew hembêz kirin û wan rewşa li derve pirsîn. Min got ku çavên derve li ser wan in. Wan jî got, ‘Çavên me jî li derve ne.’ Wan got, ‘Divê em bixebitin û hewl bidin.’ Ew jî mîna Rêber Ocalan bi moral bilind bûn. Ew bûyerên li derve ji nêz ve dişopînin.”

‘DIVÊ DEWLET BI ROLA XWE RABE’

Parlamenterê DEM Partiyê, destnîşan kir ku divê dewlet li hemberî bendewariya civakê gavan bavêje û wiha dirêjî da axaftina xwe:

“Pêwîst e hin tişt bileztir bibin. Ev ji bo Sûriye, Rojava û Tirkiyeyê derbasdar e. Divê dewlet bi rola xwe rabe. Hin bendewarî û hewcedariyên civakê hene. Divê dewlet bi vê hesasiyetê tevbigere. Pêdiviya me bi aştî û demokrasiyê heye. Şer 41 sale berdewam kir û gihîşt vê astê. Niha, di her warî de veguherîn û nûbûnek hewce ye. Rêber Ocalan jî balê dikişîne ser veguherîn û nûbûnê. Moralê me jî baş e. Ez bi vê boneyê silavên Rêber Ocalan bi hemû malbatên şehîdan û gel re parve dikim.”

ŞERÊ ÎSRAÎL Û ÎRANÊ WÊ BANDORÊ LI KURDISTANÊ BIKE

Omer Ocalan, di nirxandina xwe ya li ser êrîşên di navbera Îsraîl û Îranê de, bal kişand ser hişyariyên berê yên Rêber Apo ên li ser vê mijarê kirine. Omer Ocalan wiha berdewam kir, “Dema ku hevdîtina me pêk hat, şerê Îran-Îsraîlê ewqas mezin nebûbû. Lê belê, di hevdîtina me ya yekem de, Rêber Ocalan behsa Sûriye, Iraq û Îranê kiribû. Şeş meh li ser wê hevdîtinê derbas bû. Wê demê, gotibû ku ji bo destwerdana li ser Îranê gelek dem nemaye. Got; ‘Li Rojhilata Navîn niha Xezeyek heye lê heke pêşiya şer neyê girtin, heke demokrasiyeke xurt çênebe, dê 50 Xeze çêbibin.’ Dema mirov li van gotinên Rêber Ocalan ên 6 meh berê dinihêre, tiştên niha em baştir fêm dikin. Heke li Rojhilata Navîn jiyaneke azad an jî pergaleke demokratîk çênebe, dê kaos û şer çêbibe. Xetere li ser tevahiya mirovahiyê ye. Divê pirsgirêkên heyî bi rêya diyalogê bên çareserkirin. Pergala li Îranê li dijî civakê ye. Divê ev rastî were dîtin. Heke civakeke pirsgirêkên xwe çareser neke, zemîna mudaxileya derve çêdike. Tevahiya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn dikare li ser zemîneke demokratîk bi rêya diyalogê were çareserkirin. Li dewletên li Rojhilata Navîn înkar, pişaftin, komkujî, jenosîd, tunehesibandin, olperestî û qebûlnekirina hevdu heye. Ji bo pirsgirêkên heyî ji holê rabin, divê demokrasî, wekhevî, azadî û hevqebûlkirin hebe. Heke ev bibe, wê demê sedemên şer jî ji holê radibin. Rejîma Îranê tu qada jiyanê ji gel re nehiştiye. Zilmê li jinan, Kurdan û gelên din dike. Ev yek jî kaosa li Rojhilata Navîn kûrtir dike. Dê bandora şerê Îran-Îsraîlê li ser Kurdistanê hebe. Partiya me daxuyanî da û bal kişand ser diyalogê. Diyalog, demokrasî ye. Mafê jiyanê yê hemû gelên Rojhilata Navîn heye. Gelê Kurd jiyaneke nû dixwaze. Divê hemû dewlet xwe li gorî sedsala 21’emîn veguherînin. Di şer de civak tê tepisandin û qetilkirin. Her kes bedela wê dide. Em Kurd divê li dijî tiştên diqewimin yekitiya xwe ava bikin. Divê Kurd bibin yek û parastina xwe xurt bikin.”