Pêngava Azadî ji Rêber Apo re -III

Di çarçoveya kampanya 'Azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' ji Silêmaniye heta bi Şengalê, ji Mexmûr heta bi Hewlêrê meş, rojên xwendinê û çalakiyên çandê hatin lidarxistin.

AZADÎ JI RÊBER APO RE

Kampanya 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' ya ku 10'ê Cotmeha 2023'an li Strasbourgê destpê kir, li gel pêşwazîkirina bi coş a li Ewropayê li Başûrê Kurdistanê, Iraqê, Şengalê û Mexmûrê jî bi pêleke xurt a piştevaniyê hate pêşwazîkirin.

Vaye agahiyên berfireh ên rêveçûna kampanyayê li Başûrê Kurdistanê, Iraq, Şengal û Mexmûrê:

2023

14'Ê COTMEHA 2023

Di çarçoveya kampanya 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' li Silêmaniyeyê çalakiyeke piştgiriyê hate lidarxistin. Gelek siyasetmedar, rewşenbîr, aktîvîstên civakî yên sivîl û akademîsyen beşdar bûn. Beşdaran bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihandin ku ew piştgiriyê didin kampanyayê.

21'Ê COTMEHA 2023

Gelên Êzidî û Ereb bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Şengalê bi dirûşma 'Azadî ji Rêber Apo re, Xweserî ji Şengalê re' diyar kirin ku ew tevlî pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' dibin. Parêzerên Başûrê Kurdistanê jî tevlî pêngavê bûn û diyar kirin ku tecrîda li ser Rêber Apo sûcekî giran ê li dijî mirovahiyê ye.

22'Ê COTMEHA 2023

Şêniyên Kampa Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' silav kirin û ragihandin ku ew tevlî pêngavê bûne.

24'Ê COTMEHA 2023

Înîsiyatîfa Ciwanên Ereb a Şengalê bi dirûşma 'Azadî ji Rêber Apo re, statu ji Şengalê re' beşdarî pêngavê bûn.

25'Ê COTMEHA 2023

Bi pêşengiya Meclîsa Pêkhateyên Ereb ên li Şengalê konê çalakiyê di çarçoveya pêngava azadî ji Rêber Apo re hate vedan. Çalakiya kon sê rojan bi çalakiyên cuda dewam kir.

28'Ê COTMEHA 2023

Jinên Ereb ên li Şengalê di çarçoveya pêngava 'Azadî ji Rêber Ocalan re, xweserî ji Şengalê re' meşek lidar xistin.

31'Ê COTMEHA 2023

Meclîsa Jinê ya Binarê Qendîlê bi pêşengiya RJAK'ê tevlî pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' bû.

11'Ê MIJDARA 2023

Melcîsa Îştar a li Kampa Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya li Mexmûrê ragihand ku ew tevlî pêngava azadiyê ya ji bo Rêber Apo dibe.

7'Ê MIJDARA 2023

Li navçeya Kelar a Silêmaniyeyê bi navê 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' panelek hate lidarxistin. Di panelê de hate ragihandin ku tecrîda li ser Rêber Apo planeke navneteweyî ye.

8'Ê MIJDARA 2023

Meclîsa Gel a Binarê Qendîlê tevlî kampanya navneteweyî bû ku bi dirûşma 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' hate destpêkirin.

16'Ê MIJDARA 2023

Di çarçoveya pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsigrêka Kurd re' li Silêmaniyeyê bi pêşengiya Komîteya Azadî ji Ocalan re semînerek hate lidarxistin.

17'Ê MIJDARA 2023

Tevgera Ciwanên Mexmûrê û Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê tecrîda li ser Rêber Apo şermezar kirin û bang li ciwanan hemûyan kirin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dakevin qadan.

24'Ê MIJDARA 2023

Li Silêmaniyeyê di Fûara Pirtûkan a Navneteweyî ya 5'emîn de berhemên Rêber Apo hate nîşandan. Di fûarê de ku 10 rojan dewam kir, eleqeyeke mezin ji bo pirtûkên Rêber Apo hate nîşandan.

1'Ê KANÛNA 2023

Li Nûnertiya Başûrê Kurdistanê ya HDP'ê ya li Hewlêrê bi daxuyaniyeke çapemeniyê tecrîda li ser Rêber Apo hate şermezarkirin û li dijî tecrîdê banga têkoşîna hevpar hate kirin.

11'Ê KANÛNA 2023

Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê û Yekîtiya Ciwanên Şengalê bi karekî hevpar ji bo danasîna pirtûkên Rêber Apo standa 'Rêber Apo bixwîne û bide xwendin' danîn.

23'Ê KANÛNA 2023

Li Silêmaniyayê di çarçoveya pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' meşeke girseyî hate lidarxisitn.

2024

5'Ê ÇILEYA 2024

Li Silêmaniyeyê di çarçoveya pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' pêngava xwendina pirtûkên Rêber Apo hate destpêkirin.

19'Ê ÇILEYA 2024

Komîteya Dîplomasiyê ya TAJÊ ji bo balê bikişîne ser tecrîda giran a li ser Rêber Apo nameyek ji CPT re şand.

22'Ê ÇILEYA 2024

Li Şengalê di çarçoveya pêngava 'Azadî ji Rêber Apo re, xweserî ji Şengalê re' dest bi xwendina pirtûkên Rêber Apo hate kirin.

23'Ê ÇILEYA 2024

Li nehiya Dugirê ya Şengalê bi dirûşma 'Parêznameyên min li ku bin ez li wir im' pirtûkên Rêber Apo hatin xwendin. Endamê Meclîsa Gel a Dugirê Dexîl Şengalî destnîşan kir ku wê têkoşîna xwe ya ji bo azadiya Rêber Apo dewam bikin.

25'Ê ÇILEYA 2024

Pêkhateya Ereb a li Şengalê bi pêşengiya Meclîsa Gel û Meclîsa Jinê ya Ereb tevlî çalakiya 'Hefteya xwendina fikrên Rêber Apo' bû.

26'Ê ÇILEYA 2024

Bi pêşengiya Meclîsa Gel a Medîbanê li Şengalê pêkhateya Ereb fikrên Rêber Apo nîqaş kir.

5'Ê SIBATA 2024

Li Kampa Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya li Mexmûrê di çarçoveya çalakiyên têkildarî Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê de li ser Rêber Apo perwerdeyek hate lidarxistin.

12'Ê SIBATA 2024

Jinên Êzidî û Ereb ên li Şengalê ji bo azadiya Rêber Apo bi beşdariya 160 kesên ji aktîvîstên jinên Iraqî komxebatek lidar xistin.

13'Ê SIBATA 2024

Li navçeya Kelar a Germiyanê Tevgear Azadiyê komploya navneteweyî şermezar kir û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ap çalakî lidar xist.

16'Ê SIBATA 2024

Komîteya 'Azadî ji Ocalan re' ya Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku azadiya Rêber Apo wê çareseriya pirsgirêka Kurd li çar parçeyên Kurdistanê pêk bîne û hate gotin, yên ku li ber pêngava azadî ji Rêber Apo re radibin, pîvana exlaqî ya neteweyî binpê dikin.

7'Ê HEZÎRANA 2024

Komîteya 'Azadî ji Abdullah Ocalan re' ya Başûrê Kurdistanê nameyek ji CPT re şand û bang lê kir ku bi lez serdana Îmraliyê bike.

22'Ê TÎRMEHA 2024

Li Geliyê Kersê yê Şengalê li 'Bexçeyê Rêbertî' ji bo azadiya Rêber Apo şeva dengbêjan hate lidarxistin.

23'Ê HEZÎRANA 2024

Bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Şengalê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşek hate lidarxistin. Di meşê de hate ragihandin ku pêşî li fikrên Rêber Apo nikare bê girtin.

2025

7'Ê SIBATA 2025

Înîsiyatîfa Iraqê ya Azadî ji Rêber Apo re di salvegera 26'êmîn a dîlgirtina Rêber Apo de têkildarî polîtîkaya qirkirinê ya êşkenceya li hemberî Rêber Apo daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de ji bo tevlîbûna bi xurtî ya li pêngavê bang hate kirin.

15'Ê SIBATA 2024

Komîteya 'Azadî ji Abdullah Ocalan re' ya li Başûrê Kurdistanê bi wesîleya salvegera 26'ên a Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibata 1999'an li Silêmaniyeyê daxuyaniyek da.

9'Ê HEZÎRANA 2025

Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re ya Iraqê ragihand ku ew piştgiriyê dide kampanya 'Ez dixwazim hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikim' ya Platforma Aştî û Azadiyê ya Ewropayê ku 5'ê Hezîranê hate destpêkirin.

12'Ê HEZÎRANA 2025

Înîsiyatîfa Ereb a Azadî ji Rêber Abdullah Ocalan re û komek ji rewşenbîrên Ereb bi daxwaza berdana Rêber Apo ragihandin ku ew tevlî kampanya 'Ez dixwazim hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikim' dibin.